Dewleta Tirk li Fransa û Elmanyayê hat şermezarkirin
Xwepêşandanên Kurdistaniyan ên li Ewropayê yên ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, zêde dibin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 20 berfanbarê 2015, 12:43
Xwepêşandanên Kurdistaniyan ên li Ewropayê yên ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, zêde dibin. Di çalakiyan de banga xurtkirina berxwedanê hat kirin.
SAARBRUCKEN: Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, çalakiya konê agahdarkirinê dewam dike. Duh jî çalakiyeke protestoyî ya girseyî hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Landwehr Platzê civiyan, li kolanên herî qelebalix ên bajêr meşiyan. Di meşê de bi qîrîna dirûşmeyan terora dewleta Tirk hat şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin. Her wiha li ser mijarê bi hezaran belavok hatin belavkirin. Piştî meşê bi beşdariya zêdeyî hezar kesî li ber Europa Galerî mîtîngek hat lidarxistin.
RENNES: Li rojavayê Fransayê bajarê Rennesê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi heman armancê meşek lidar xist. Meş bi tevlîbûna bi hezaran kesî li meydana "Troîs Soleîl" destpê kir. Girseya gel a piştî meşê xwe gihand meydana Şaredariyê, li vê derê daxuyaniyek da, berxwedana xwerêveberiyan silav kir û dawî li çalakiya xwe anî.
TOÛLOÛSE: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Toûloûse dijîn, ji bo silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê li meydana Froîncoîs Verdîerê civiyan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ber bi Place d'armenîe meşiyan û li vê derê mîtîngek lidar xistin.