Ji bo meşa sibe ya ber bi Cizîrê ve banga tevlîbûnê hat kirin
Ji bo meşa sibe ya ber bi Cizîrê ve, li Şirnexê belavok hatin belavkirin.
Ji bo meşa sibe ya ber bi Cizîrê ve, li Şirnexê belavok hatin belavkirin.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Şirnexê, aktîvîstên KJA, Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Bûrcû Çelîk, Lezgîn Botan û Berdan Ozturk, ji bo meşa sibe ya ji Şirnexê ber bi Cizîrê ve, belavok belavkirin.
Parlamenter û rêveberan dan xuyakirin ku meş wê saet di 09:00 de destpê bike û banga tevlîbûnê kirin.
Bi vê armancê belavokên bi serenavê "Weke gelê Botanê em ber bi Cizîr û Botanê ve dimeşin" li gel hatin belavkirin.