Li Leverkûsen û Lyon bîranîna qetlîama Mereşê
Li bajarên Leverkûsen ê Elmanya û Lyon ê Fransa, kesên di qetlîama Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Li bajarên Leverkûsen ê Elmanya û Lyon ê Fransa, kesên di qetlîama Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Li bajarên Leverkûsen ê Elmanya û Lyon ê Fransa, kesên di qetlîama Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
LEVERKUSEN
Li bajarê Leverkûsen ê Elmanya kesên ku 37 sal berê di qetlîama Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê FEDA û Hewldana Mereş Ewropa, li Leverkusen Wiesdorfer Burgerhalle hat lidarxistin.
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, Lêkolînvan-nivîskar Azîz Tûnç, Endamê KCD-E Îsmet Kem, li ser navê Hewldana Mereş Ewropa Mehmet Îstek û Nûnerê FEDA Mûstafa Deprem di merasîma ku ji Tirkiyeyê gelek siyasetmedar, nivîskar û nûnerên civaka sivîl tevlîbûn de axivîn.
Togrul bi bîranîna kesên ku di encama şîdeta dewletê ya li ser Kurdistanê û qetlîama Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, dest bi axaftina xwe kir. Togrûl wiha axivî: “Bi çekên giran, topan û tankan êrîşî jiyangehên me dikin. Lê dayikên me, jinên Kurd li kolanan bi tîlîliyan li ber xwe didin. Divê em piştgiriyê bidin vê têkoşîna wan, em li her qadê hêzê bidin berxwedana wan.”
Siyasetmedarê Kurd Îsmet Kem jî di şexsê qetlîama Mereşê de tevahî qetlîama şermezar kir. Destnîşan kir ku armanca wan ew e ku Kurd xwe bi xwe rê ve bibin, xwerêveberiyên xwe bi xwe çêbikin. Herî dawî wiha got: “Tiştê ku îro li Cizîr, Silopiya, Colemêrg û Sûrê jî tê xwestin ev e.”
Lêkolînvan-Nivîskar Azîz Tûnç jî wiha got: “Qetlîam, stratejiyên bi plan ên desthilatiyên siyasî ne.”
Nûnerê FEDA Mûstafa Deprem jî ragihand ku teqez divê xweparastin pêş bikevin. Destnîşan kir ku pêwîst e berxwedana Huseyîn a li Kerbelayê mezin bikin.
Mehmet Îstek destnîşan kir ku qetlîama Mereşê ne tenê li dijî Elewiyan e, li dijî nasnameya Kurd-Elewiyan e. Wiha berdewam kir: “Niha jî li Cizîr, Şirnex, Silopiya û Sûrê jî li dijî Kurdan qetlîam pêk tên.”
Di merasîmê de Hozan Seyîtxan, Alî Dapar, Zeynep Enhas, Alî Ustunses, Alî Onûk, Bîlal Goksûngûr, Erken Acar, Fatma Sûdem, İmam Tûgçû, Halîl Feslî û Koma Bîrcan bi stranên xwe cih girtin.
Merasîm bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.
LYON
Li bajarê Lyon ê Fransayê kesên ku di qetlîama Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Bîranîna li Navenda Çanda Elewî çêbû bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî derbasî pêşendana sînevîzyonê bûn. Bariş Aydin wek axaftvan tevlî panelê bû, diyar kir ku ev qetlîaman tenê hin qetlîamên ku di rûpelên xwînî yên dîroka dewleta Tirk a faşîst de ne.