Li dijî herêmên gerîla êrîşên hewayî

HPG’ê da xuyakirin ku balafirên şer ên Tirk mintiqaya Geliyê Pîsaxa ya li herêma Heftanînê û qada Gundê Qumrê ya girêdayî Metînayê bomberdûman kirin.

HPG’ê da xuyakirin ku balafirên şer ên Tirk mintiqaya Geliyê Pîsaxa ya li herêma Heftanînê û qada Gundê Qumrê ya girêdayî Metînayê bomberdûman kirin. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li hember herêmên gerîla êrîş li dar xistin.

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê de wiha hat gotin: “21’ê Kanûnê saet 01.00-02.00’an balafirên şer ên Tirk mintiqaya Geliyê Pîsaxa ya li herêma Heftanînê û saet 01.00-03.00’an qada Gundê Qumrê ya girêdayî Herêma Metînayê bomberdûman kirin.

20’ê Kanûnê saet 08.00-08.30’an qereqola Êrîş a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê; girê Xeregolê, saet 12.00-19.00’an qereqolên Êrîş, Serê Sevê û Girê; qûntarê girê Cehennem, qûntarê Çiyayê Reş, Sirtê Kovî, bejahiya gundê Bêtkar û Latê Kewan, 21’ê Kanûnê (îro) saet 06.00-06.30’an qereqola Êrîş; qûntarê Xeregol, qûntarê girê Cehennem, bejahiya gundê Zêvê û Şelale bi obus, tank û hawanan bomberdûman kir.

20’ê Kanûnê saet 10.00-14.00’an qereqola Arûş a li xeta sînorê herêma Metîna; qada Şehîd Dîlber da ber obus û hawanan.

Ev deh rojên dawiyê, qereqola Millê Gurya ya li qada Cûdî ya Şirnexê; qadên Hesena, Şah, Girê Çolya û Girê Hermo bi obus, hawan û tankan bomberdûman dike.

TEVGERA HEWAYÎ

20’ê Kanûnê saet di navbera 12.00’an û 21’ê Kanûnê 04.00’an de li ser herêma Metîna, 21’ê Kanûnê saet 01.00-05.00’an li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha 20-21’ê Kanûnê saet 11.00-05.00’an li ser herêma Metîna, saet 19.00-03.00’an li ser herêma Zapê bi navber, balafirên şer geriyan.

Ev 10 rojên dawî li ser qada Cûdî ya Şirnexê pêgerên hewayî yên keşfê digerin.

Komek cerdevanan a ji 7-8 kesan pêk tên ên ji gundê Qermînê ya girêdayî navçeya Midyadê ya Mêrdînê, di bin navê neçîrvantiyê de li qadên Kirşê, Dirpû û Banînmînê yên di navbera navçeyên Nisêbînê û Hezexê de faaliyetên keşfê dikin.”