Dewleta Tirk li pêşiya NY hat protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li pêşiya Navenda Giştî ya NY hat protestokirin, têkîldarî mijarê dosyayek radestî rayedarên NY hate kirin.

Di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Swîsre li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li pêşiya Navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya protestoyê hat lidarxistin.
Gelek kesên ku li pêşiya stasyona trenê ya navenda Cenevreyê hatin cem hev, heta navenda NY meş li dar xistin.
Di meşê de belavok hatin belavkirin, piştî meşê li pêşiya Navenda NY mîtîng hat lidarxistin.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Swîsre Nesrîn Yazar axivî, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê. Yazar bi bîr xist ku zîhniyeta ku zarokê hê nehatiye dinê jî qetil dike neçarî têkçûnê ye.
Piştî axaftinan, heyetê dosyayek têkîldarî mijarê radestî rayedarên NY kir. Piştî dirûşmeyan çalakî bi dawî bû.