Hêzên dewleta Tirk li Silopiyayê zarokekî 11 salî qetil kirin
Zarokê bi navê Mehmet Mete (11) di encama topbarana tankan a li male wî ya li Taxa Karşiyaka ya Silopiyayê ket de hat qetilkirin.
Zarokê bi navê Mehmet Mete (11) di encama topbarana tankan a li male wî ya li Taxa Karşiyaka ya Silopiyayê ket de hat qetilkirin.
Zarokê bi navê Mehmet Mete (11) di encama topbarana tankan a li mala wî ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ket de hat qetilkirin.
Mete ji ber şarapnela topa tankê ya li malê ket li serî ket bi giranî birîndar bû, tevî bi çendan caran jî gel bang li ambûlansê kir jî ambûlans nehat, di encam de li mala xwe jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hate ragihandin ku di encama topbarana li ser Taxa Karşiyaka ya ji tankên li Taxa Barbarosê hatiye bicihkirin de di taxê de gelek kes birîndar bûne.