YDG-H Qoser: Em li taxan serhildanê mezin bikin

YDG-H Qoser di daxuyaniya xwe de li dijî pêkanînên rêveberiya awarte û êrîşan bang li gelê Qoserê kir ku serhildanê mezin bikin.

YDG-H Qoser di daxuyaniya xwe de li dijî pêkanînên rêveberiya awarte û êrîşan bang li gelê Qoserê kir ku serhildanê mezin bikin.

YDG-H Qoser bi daxuyaniya xwe ve, li hember pêkanînên rêveberiya awarte ya li ser Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Silopiya û Sûrê û êrîşên li dijî gel banga mezinkirina serhildanê kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wek tevahî gelê me jî dizane, dewleta faşîst a Tirk û çeteyên AKP’ê di serî de Cizîr, Silopiya, Sûr, Kerboran û Nisêbîn, li dijî qadên xwerêveberiyê ya gelê me bi rêbazên derveyî mirovahiyê êrîş dikin. Li hember van êrîşên nemerdî gele me bi serhiladanên bi heybet bûye bersiv û nîşan daye ku bê ka di xwerêveberiyan de çiqasî bi biryar e. Di vê pêvajoya berxwedanê ya destanî de li ser esasê bicihanîna rola xwe, heta qewitandina mêtingeriya Tirk ji ser axa Kurdistanê,  di pêşengiya ciwan û jinan de em banga her roj li taxan danîna barîqatan û bê navber mezinkirina serhildanan dikin.”