‘Em serhildanan derxînin asta herî jor’
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Botanê da xuyakirin ku heta dorpêç rabe wê berxwedan dewam bike. Însiyatîfê banga serhildana topyekûn û li dijî faşîzmê avakirina eniya berxwedanê ya şoreşger-demokratîk kir.

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Botanê daxuyaniyek nivîskî weşand, wiha got: “Gelê Şirnexê bi tevahî bajar, navçe, bajarok û gundên xwe ve ji bo şkandina dorpêçên li Cizîr û Silopiyayê bi ruhê serhildanê bêyî bibêje kevir, çiya dimeşe. Gelê me yê ji bilî vê jî li her qada ku lê ye, di nav rewşek serhildan, berxwedanê de ye.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta dorpêç rabe, heta gel li ser esasê xweseriya demokratîk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re azad bibin wê berxwedan bidome.
‘EM FAŞÎSMÊ JI SER VÊ AXÊ BAVÊJIN’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li dijî faşîzma AKP’ê û Erdogan ên ku bi êrîşên bêhempa, wehşî û nemerd tên ser gelê me, di serî de gelê Botanê, em bang li tevahî gelê Kurdistanê û mirovatiya demokratîk a xwedî wijdan dikin ku li dijî faşîzmê eniya berxwedanê ya şoreşger demokratîk ava bikin û heta faşîzmê ji ser vê axê bavêjin topyekun rabin serhildanê.”
‘EM BER BI AZADIYA TEQEZ VE DIMEŞIN!’
Însiyatîfê herî dawî wiha got: “Ji vê saetê û şûn de li tevahî Boranê em banga bê navber û bê dem sekinandina jiyanê û bi ruhê seferbertiyê di asta herî bilind de meşandina serhildanan dikin. Êdî em li cihê ku axaftin bi dawî bûne ne. Bila tevahî gelê me zanibe ku êdî ti derfetên me yên jiyana bi faşîzma AKP’ê re nemaye. Li ser vî esasî heta em Kurdistana azad ava bikin em li ser piyane. Bi şîara, ‘Teslîmiyet dibe îxanetê, pasîfîzm dibe têkçûyinê û berxwedan jî dibe serketinê’ ve em ber bi azadiya teqez ve dimeşin.