Li Şirnexê welatiyên ku ji bo dorpêça li Silopiya û Cizîrê bişkînin ber bi navçeyan ve dest bi meşê kirin, lê piştre hatin astengkirin û berê xwe dan çiyayê Cûdi, bi vî rengî hewl didin xwe bigihînin navçeyan rastî topbaranê tên. Girseya ku di nav de parlamenter jî hene, ji Tabûra Tank a Hîsarê ve tên topbarankirin. Bi topbarana ji Tabûra Tank a Hîsarê ya nêzî gundên Şax û Hewlerê tê kirin, tê xwestin ku welatî bêzar bibin.
Parlamenterên HDP'ê Bedran Ozturk, Bûrcû Çelîk û Leyla Bîrlîk ên ku bi gel re diyar kirin ku bi topbaranê re bi bombebarana balafirên şer re jî rû bi rû ne, xetereyek bi vî rengî heye.