Li Brîghtonê li hember AKP’ê banga Camîaya navnetewî kir
Li bajarê Brightonê ya Îngiltere, polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê yên li ser Bakûrê Kurdistanê hat protestokirin.
Li bajarê Brightonê ya Îngiltere, polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê yên li ser Bakûrê Kurdistanê hat protestokirin.
Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Sûssex, çalakî li ser rêya bajarê herî qelebalix ê Churchill Square hat lidarxistin, gelek Kurdistanî û dost beşdar bûn.
Di çalakiyê de dowîzên, “ Qetlîamên li Kurdistanê rawestinin”, “Artêşa dewleta Tirk bajarên Kurdan bombebaran dike, sivîlan qetil dike”, “ Dorpêça li ser bajarên Kurdan rakin”, “ Hikûmeta Birîtanya li hember qetlîama Kurdan divê bêdeng nemîne” û “ Endamê NATO Tirkiye, Kurdan qetil dike alîkarî dide DAÎŞ’ê” hatin hilgirtin.
‘AKP SIVÎLAN QETIL DIKE; ÊRÎŞÎ CIHÊN PÎROZ Û DÎROKÎ DIKE’
Di belavokên ku li gel hatin belavkirin de, polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bi taybet ji meha Tîrmehê ve ya li ser Bakurê Kurdistanê li hember gelê Kurd dide meşandin, hatin ziman. Di belavokan de hat ragihadin ku AKP’e li bajarên Kurdan sivîlan qetil dike û cihên pîroz û dîrokî dikin hedef.
BANG JI BO N.E, Y.E Û CAMÎAYA NAVNETEWEYÎ
Herî dawî jî, bang li Yekîtiya Ewropa (YE), Neteweyên Yekbûyî (NE), Rêxistinên Mafên Mirovan û hemû camîaya navneteweyî hate kirin ku li hember pêkanînên qetlîamker ên hikûmeta AKP’ê rawestin û dawî lê bînin.