Roj roja xwedîderketina li Sûrê ye

Bi armanca şermezarkirina terora dewletê ya 20 roj in li Sûrê bênavber dimeşîne, Amedî ber bi Qeymeqamtiya Baglarê ve meşiyan. Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp li vir peyivî û got, "Roj roja xwedîderketina li Sûrê ye."

Bi armanca şermezarkirina terora dewletê ya 20 roj in li Sûrê bênavber dimeşîne, bi sedan kes li ber avahiya DBP'ê ya Bagalarê civiyan. Girseya gel ku Parlametnera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp jî di nav de hebû, ber bi avahiya Qeymeqamtiya Baglarê ve meşiya. 

Yîgîtalp li ber avahiya qeymeqamtiyê peyivî û diyar kir ku heta dorpêçiya li Sûrê bê rakirin ew ê li ber xwe bidin. Yîgîtalp got, "Ev hovîtiya li Kurdistanê tê kirin, di dîroka cîhanê de li ti cihî nehatiye kirin. Roj roja xwedîderketina gelê Amedê li Sûrê ye. Roj roja mezinkirin û xurtkirina xwerêveberiyê ye."

Piştî daxuyaniyê girseya gel belav bû.