Amed li dijî dorpêçê li kolanan e
Li dijî êrîşên li hember gel û dorpêça li ser Bakurê Kurdistanê ya AKP’ê, Amedî li kolanan e.
Li dijî êrîşên li hember gel û dorpêça li ser Bakurê Kurdistanê ya AKP’ê, Amedî li kolanan e.
Îro li Amed û navçeyên wê bi hezaran kes ji bo dorpêç û êrîşên li ser bajarên Kurdistanê protesto bikin, ber bi qeymeqamtiyan ve meşiyan. Di serî de li Bismil li gelek cihan polîs êrîşî gel kir û heta saetên dereng di navbera gel û polîsan de pevçûn derket. Gel peyama berdewamkirina çalakiyan da.
Li Amedê û navçeyên wê bi hezaran kes ji bo dorpêça li ser navçeya Sûrê ku ev 20 roj in berdewam dike bişkîne û komkujiyên li Kurdistanê protesto bike, daketin kolanan û ber bi qeymeqamtiyan ve meşiyan.
Yek ji çalakiyên li navendê, li navçeya Rezan pêk hat. Bi sedan welatiyên ku li ber Rêxistina Navçeyê ya HDP'ê kom bûn, ji vir ber bi qeymeqamtiyê ve meşiyan. Girse bi dirûşmeyên "Kujer qeymeqam" û "Em ê li ber xwe bidin û biserkevin" heta ber qeymeqamtiyê meşiyan. Li vir li ser navê girseyê Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp axivî û got heta dorpêç û êrîşên li ser Sûrê berdewam bike ew ê li ser piyan bin.
Piştî daxuyaniyê girse ber rêxistina navçeyê careke din meşiya.
Piştî çalakiyê zarokekî ku navê wî nehat zanîn, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Nehat zanîn ku zarok birine ku derê?
PEYAS
Li navçeya Peyasê jî welatî li Parka Rojava kom bûn. Girseya ku bi tilîliyan dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan hat. Piştî ku di navbera polîs û girseyê de ji bo demekî pevçûn derket, çalakî bi dawî bû.
BISMIL
Li navçeya Bismilê îro ji bo protestokirina operasyonên tunekirinê yên li Kurdistanê, li hemû navçeyê jiyan tevizî. Li navçeyê ji bilî firin û eczaneyan hem esnaf kepeng venekir. Bi hezaran kes li ser Kolana Nato'yê, bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Sûrê" meşiyan. Polîs xwestin ku bi ava şid û bombeyên gazê girseyê belav bikin. Li ser êrîşê polîsan girse jî di nav sikakan de dest bi çalakiyan kir.
Gel ji bo xwe biparêze barîkatan danî. Polîs bi guleyên rast êrîşê gel kir, gel jî bi keviran bersiva êrîşan da. Ji ber bombeyên gazê, zarokên li dibistanên Rojava, Tekel û Avaşînê bi bandor bûn. Li ser vê malbatan berê xwe dan dibistanan û zarokên xwe girtin.
Li taxên navçeyê pevçûn berdewam dikin û hate zanîn gelek welatî hatine binçavkirin.
ÇINAR
Li Çinarê jî welatî xwestin ber bi qeymeqamtiyê ve meşiyan. Girseya ku dest bi meşê kir rastî astengiya polîsan hat. Polîs bi wesayîtên zirxî rê li ber girseyê girt. Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Naşîd Bat li vir li ser navê girseyê daxuyanî da û diyar kir ku li hemberî êrîşan wê gelê Kurd berxwedana xwe bidomîne. Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.
ERXENÎ
Yek ji navçeyên ku çalakî hate lidarxistin jî Erxenî bû. Li vir jî girseya ku xwest ber bi qeymeqamtiyê ve bimeşe rastî astengiya polîsan hat. Girseyê, li ber avahiya navçeyê çalakiya rûniştinê li dar xist.
LICÊ
Li Licê jî bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê ge ber bi qeymeqamtiyê ve meşiyan. Li ber qeymeqamtiyê rêvebirê DBP'ê yê navçeyê Îdrîs Ozbahçîvan axivî û got " wê berxwedana gelê Kurd berdewam bike."
PASÛR
Dîsa li navçeya Pasûrê welatî ji ber avahiya DBP'ê heta qeymeqamtiyê meşiyan. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.