YDG-H: Gel li hember leşker û tîmên taybet berxwedanek topyekûn raber dike

YDG-H, diyar kir ku di çalakiya li taxa Nûrê ya Cîzîrê ya li hember wesayîta zîrxî de 5 tîmên taybet ên dewleta Tirk hatin kuştin.

YDG-H, diyar kir ku di çalakiya li taxa Nûrê ya Cîzîrê ya li hember wesayîta zîrxî de 5 tîmên taybet ên dewleta Tirk hatin kuştin. 

Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger (YDG-H) daxuyaniyek nivîskî weşand da xuyakirin ku rejîma mêtinger a AKP’ê konsepta şer a topyekun li ser Kurdistanê li hember herêmên xwerêvberiyê hê jî didomîne. YDG-H wiha got: “Li hember vê gel di pêşengtiya YDG-H de, li hember çeteyên tîmên taybet û leşkerên Tirk berxwedanek topyekûn raber dike. 21’ê Kanûnê di saetên sibehê de di encama çalakiya ku li taxa Nûr a girêdayî navçeya Cizîrê ya li hember wesayîta zirxî ya ku 5 tîmên taybet tê de de her 5 tîmên taybet jî hatin kuştin. 20’ê Kanûnê li Taxa Zap a girêdayî navçeya Silopiyayê, di navbera çeteyên ku bi 2 koman êrîşî malan dikirin û hêzên ciwanên welatparêz de şerên dijwar derketin, di encama van şeran de ji koma yekem 10, ji koma duyem jî 9 kes bi giştî 19 çeteyên tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin. Piştî vê bûyerê jî helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin.

Hêzên çeteyên faşîst li Cîzîr û Silopiyayê nikarin pêş de biçin, malên gel dişewitînin, bi şewitandina malan ve dixwazin encaman jê bigirin. Li ser êrîşên dijminê nemerd şehadetên welatiyên sivîl çêdibin, li gelek malan ziyanên madî hene.

Çeteyên ku li taxa Cûdî ya girêdayî Silopiyayê dixwestin bikevin avahiya 2 qatî, bi dozeran hilweşandin. Li vir 4 welatiyên sivîl hatin şehîd kirin. Di heman taxê de çeteyên faşîst jina 58 salî kirin hedef û ev jin qetil kirin. Bi awayekî vekirî tê dîtin ku çeteyên faşîst ên di pêşengtiya AKP’ê de sivîlan dike hedef û di nava 2 rojan de li Cîzîr û Silopiyayê 10 sivîl qetil kirin.”

AKP’e ya talanker a li hember berxwedana gelê me ti encam negirtin, bila baş bizanibin, kiryarên ku li hember welatiyên sivîl dane destpêkirin jî wê bê encam bimînin, wê li bendên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê rawestin. Banga me ji bo gelê Welatparêz ê Kurdistanê û Ciwanan e; îro roja li hember êrîşên dijmin berxwedan mezinkirinê ye, roja bi ruhê sefebertiyê ya yekgirtina gelê Cîzîr, Silopiya, Sûr, Kerboran û Nisêbînê ye. Li ser vî bingehî, berxwedana Ciwanên Welaparêz ên Kurdistanê mezin bikin û êrîşkarên çeteyên Tirk poşman bikin.”