Zarokên li Cizîrê birîndar bûn birin Şirnexê

Li navçeya Cizîrê zarokên bi navên Mevlît Şîmşek (11) û Yakup Yildirim (17) ê ji aliyê leşker û polîsan hatin birîndarkirin rakirin Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku pêkanînên rêveberiya awarte di roja 8'emîn de ye, leşker û polîsan li taxa Cûdiyê zarokên bi navên Mevlît Şîmşek (11) û Yakup Yildirim (17) birîndar kirin. Zarokên ku hatin birîndarkirin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 

Ji zarokan Mevlîk Şîmşek ji ber guleya li kemaxa wî ketiye girtin emeliyatê. Yakup Yildirim ê ku gule li çîpa wî ketiye jî wê sibehê bigirin emeliyatê.