Ji Însiyatîfa Gel a Amedê bang û hişyariyên girîng

Însiyatîfê diyar kir ku hemû sazî û xebatkarên dewletê di hedefê de ne û got, "Êdî dem hatiye her şêwe çek were bikaranîn. Êdî dem dema çalakî û serhildanên bêdawî ye."

Însiyatîfa Gel a Amedê, li hemberî qetlîamkeriya AKP'ê peyamên tund weşand. Însiyatîfê bang li ciwanên Kurd û yên xizan ên Tirk ên di nava artêşa Tirk de ne kir, ku 'fîrar' bikin û bang li gel kir, ku neçe dibistan û saziyên dewletê, bacê nede dewletê. Însiyatîfê destnîşan kir ku hemû sazî û xebatkarên dewletê di hedefê de ne û got, "Êdî dem hatiye her şêwe çek were bikaranîn. Êdî dem dema çalakî û serhildanên bêdawî ye."

Di daxuyaniya nivîskî ya Însiyatîfa Gel a Amedê de hat gotin, "Dewleta TC a faşîst, artêşa xwe ya dagirker şandiye her devera Kurdistanê û zarok, jin, extiyar hemû mirovên ji gelê me her roj qetil dike. Li cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran, Dêrik û Sûr ên xwerêveberî lê hatin ragihandin, komkujî li gelê me tê kirin. Mal tên şewitandin, bi tî û birçîhiştinê re hewl tê dayîn gelê me bê terbiyekirin. Li hemberî van hemû hewldanên qirkirinê gelê me bi berxwedaneke destanî li ber xwe dide. Heta ku ev pêla êrîşên faşîst bidome, berxwedana me wê roj bi roj mezintir bibe."

BANGA LI CIWANÊN DI NAVA ARTÊŞA TIRK DE NE

Însiyatîfê got, "Em bang li ciwanên Kurd ên di nava artêşa Tirk a dagirker de cih digirin dikin" û ev xal destnîşan kir: "Nebin parçeyek ji vê êrîşa li dijî welatê xwe. Çeka ku we di nava artêşê de hilgirtine, berê wê nedin gelê xwe. Bi çeka xwe re fîrar bikin û tevlî berxwedana gelê xwe bibin. Wekî din em bang li ciwanên gelê Tirk ê xizan ê ji Anatoliyê hatine dikin; ji artêşê fîrar bikin. Ev şer ne şerê we ye. Ev şer li dijî hêzên Tirk ên faşîst ên serdest, şerê azadiyê yê gelê Kurd ê mezlûm e. Hûn ji ber hêrs û daxwaza Erdogan ê faşîst ber bi eniya vî şerî ve hatine dehfdan. Ji artêşê fîrar bikin û vegerin mala xwe. Çekê li xwişk û birayê xwe nekişînin. Û vê yekê bi dengekî bilind bilêv bikin. Naxwe hûnê li pêşberî dîrokê sûcdar bin."

'NEÇIN SAZÎ Û DIBISTANÊN DEWLETÊ'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji îro û pê ve heta ku êrîşên li hemberî navçeya me Sûrê bidome, em ê jî berxwedana xwe li tevahiya Amedê belav bikin" û ev bang hat kirin:

"Divê gelê me neçe saziyeke dewletê, bacê nede. Divê ti ciwan û zarokên Kurd neçin dibistanên dewleta faşîst. Pêwîste boykota dibistanan bi awayewkî bêdawî bidome. Li Sûrê, li Silopiya, li Cizîrê, eger zarok naçin dibistanê divê li ti devera Kurdistanê zarok neçin dibistanê."

Însiyatîfa gel a Amedê destnîşan kir, ku ji niha û pê ve hemû sazî û xebatkarên dewletê di hedefa wan de ne û wiha dewam kir:

'DIVÊ AGIRÊ BERXWEDANÊ LI GELEMPERIYA AMEDÊ WERE BELAVKIRIN'

"Beriya her tiştî avahiyên AKP'ê û rêveberên AKP'ê di hedefa me de ne. Ti karmend, polîs, leşker û burokratên dewletê, nikarein li Amedê bi rehetî bigerin, nikarin bijîn. Divê hemû avahiyên ewletê bên şewitandin. Êdî dem hatiye ku her şêwe çek bê bikaranîn. Ti polîs divê nikaribe bi rehetî li kolanên Amedê bigere. Agirê berxwedanê yê gelê me yê li Sûrê vêxist, divê li tevahiya Amedê belav bibe. Êdî dem dema çalakî û serhildana bêdawî ye. Îro ew roj e ku bi berxwedana li ber bendan, em bi ser bikevin e."