Gelê Hezexê, ji bo şikandina dorpêçiya bi rojane li ser Cizîrê ye, wê sibe ber bi Cizîrê ve bimeşe. Hevberdevkê Meclîsa Gel a Hezexê Husnû Babat bang li her kesî kir ku beşdarî meşê bibin.
Babat ragihand ku ew ê bi vê armancê sibe saet di 09:00 de li ber Parka Aştî ya li Taxa Tûrgût Ozal li hev bicivin.
Babat da zanîn ku li navçeyên di nava dorpêçî û êrîşan de ne, mirov di nava şert û mercên zehmet de dijîn û bang li tevahiya mirovên herêmê yên li navenda Hezexê û gundên wê kir, ku beşdarî meşa sibe bibin.