Li Stewrê meşa xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê

Şêniyên taxa Elfan a Stewrê, ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyê û şermezarkirina êrîşan, meşiyan.

Bi sedan kesên li taxa Elfan a navçeya Mêrdîn Stewrê hatin cem hev, ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyê û şermezarkirina êrîşan, meşiyan. Piştî meşê girseya gel daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Selahattîn Onder daxuyanî da û êrîşên li hemberî xwerêveberiyan şermezar kir. Onder diyar kir ku ew destekê didin berxwedana gel û daxwaza xwerêveberiyê.

Onder got, "Em ê ax û welatê xwe neterikînin. Têkoşîna me têkoşîna pêxemberan e. Pêxemberê me bi xendekan re bi ser ket. Em li dijî zaliman şerekî pîroz dimeşînin. Em ê Kurdistanê ji vî mejiyê faşîst paqij bikin."