Li Sûrê herî kêm çawişekî pispor hat kuştin 5 leşker birîndar bûn
Li Sûrê, şerê ji ber êrîşên hêzên dewletê diqewime, dewam dike. Di şerê li vir de herî kêm çawişekî pispor ê dewleta Tirk hat kuştin.
Li Sûrê, şerê ji ber êrîşên hêzên dewletê diqewime, dewam dike. Di şerê li vir de herî kêm çawişekî pispor ê dewleta Tirk hat kuştin.
Li navçeya Amed Sûrê, şerê ji ber êrîşên giran ên hêzên dewletê diqewime, didome. Di şerê navbera ciwanan û hêzên dewleta Tirk de, herî kêm çawişekî pispor hat kuştin.
Hat ragihandin ku di şer de 5 leşker jî birîndar bûne. Hêzên dewleta Tirk ên nikarin bi berxwedanê, sivîlek birîndar kirin.
Tê zanîn ku hejmara polîsên tîmên taybet û jendermeyên di şer de tên kuştin, ji aliyê dewleta Tirk ve nayê aşkerakirin.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku di şerê duh de 6 tîmên taybet ên dewleta Tirk hatin kuştin. Lê belê ev agahî hînê neyatiye piştrastkirin.