Ozer ê bi guleya polîsan hat qetilkirin ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin

Davût Ozer ê 13 salî yê li Tarsûsê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmek bi beşdariya hezaran kesî hat veşartin. Zarokên di emrê Ozer de li refên pêş ên merasîmê cih girtin.

Davût Ozer (13) ê li taxa Fahrettînpaşa ya navçeya Mersîn Tarsûsê, di xwepêşandana ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê de ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê Ozer duh bi şev piştî otopsiyê ji Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê hat wergirtin û dûre anîn Mizgefta Nûr a li Taxa Fevzî Çakmak. Danê sibehê jî li dû bicihanîna wecîbeyên olî, bi hezaran beşdarê merasîmê darbesta Ozer hilgirtin ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Kujer Erdogan" oxir kirin. Di merasîma cenaze de Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê hatin şermezarkirin.

Xwişka Ozer Esma Ozer di merasîmê de bi girî got, 'Ez kekê xwe dixwazim'. Di merasîma cenaze de zarokên di emrê Ozer de, li refên pêş cih girtin. Meş gav bi gav girseyî bû û darbesta Ozer anîn Goristana bajêr a Tarsûsê. Li ber gorsitanê bi hezaran kesî ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê li ber sirûda 'Çerxa Şoreşê' deqeyek rêz girtin.

Cenazeyê Ozer li vê derê li ber gora Riza Bayram ê di 14'ê Hezîrana 2014'an de di dema berxwedana Liceyê de li Taxa Fahrettînpaşa ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û piştre cenazeyê wî Çemê Berdan, hat evşartin.

Hevserokê HDP'ê yê Mersînê Selman Gunbat li vir peyivî û da xuyakirin ku heta êrîş dewam bikin, wê berxwedan jî bidome.

Dûre bavê Ozer Mehmet Beşîr Ozer peyivî û got, "Kurê min şehîdê tevahiya gelê Kurdistanê ye. Bila serê gelê Kurdistanê sax be."

Piştî merasîmê girseya gel li Taxa Kemalpaşa konê serxweşiyê ziyaret kir.