Di 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' de xwerêveberî hat silavkirin

'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê girtin, ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Elmanya Saarbruckenê ve tê meşandin.

'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê girtin, ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Elmanya Saarbruckenê ve tê meşandin.

Di hefteya 183. a çalakiyê de koma ji Saarbruckenê ya ji Kurdistaniyên bi navê Mehmet Goktaş, Mahmût Agirman, Salih Dirbêsiyê û Ahmed Dirbêsiyê pêk tê, nobed ji koma FEDA'yê dewir girt.

Di çalakiya ku ev 1275 roj in bi awayekî bênavber tê girtin de,i rojane bi dehan kesan re diyalog tê danîn û li ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê belavok tên belavkirin.

Di daxuyaniya li ser navê koma nobedar de, berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê hat silavkirin û hat gotin, "Li her qada em lê ne, divê em bibin deng û qîrîna gelê me yê rastî komkujiyê tê û têkoşîna xwe bilind bikin."

Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn hat kirin, ku ji bo bala raya giştî ya cîhanê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin.

Di 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' de ku çalakiya herî demdirêj a bênavber a Kurdistaniyên li Ewropayê ye, heta niha bi sed hezaran belavok hatine belavkirin.

...