Cenazeyên 3 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin rakirin Şirnexê

Li Cizîrê, ji 6 kesên ji aliyê tîmên taybet ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, cenazeyên sê ji wan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li Cizîrê, ji 6 kesên ji aliyê tîmên taybet ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, cenazeyên sê ji wan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Ji mirovên duh û îro li Cizîrê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, cenazeyên Mehmet Saçan, Mehmet Tekîn û Dogan Îşî rakirin mora Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Cenazeyên Adîle Karadûman, Azîme Aşan û Dîkran Sayacan hînê li Cizîrê tên rawestandin.

Du ji cenazeyên rakirin mora Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ji ber ku hêzên dewletê destûrê nadin wê li navenda bajarê Şirnexê û navçeya Dergulê bên veşartin. Cenazeyê Mehmet Saçan li Dergulê, cenazeyê Mehmet Tekîn jî wê li navenda bajarê Şirnexê were veşartin.