Li Silopiyayê DAIŞ û Tîma Eseddûllah di dewrê de ye

Li Silopiyaya Şirnexê, hêzên dewletê yên tevî hemû êrîşan jî nikarin bikevin qadên xwerêveberiyê, vê carê jî çeteyên DAIŞ û Tîma Eseddûllah ên ji taxên din wezîfedar kirin.

Veysel B. destnîşan kir ku li taxa Nûh a Silopiyayê tîmên taybet ên rûyên xwe bi maskeyan girtine, dîwarên malan bi balyozan xera dikin û dikevin malan, diyar kir ku bi saetan rastî îşkence û tehdîdên, wek “em ê qira we bînin” ên van kesên ku xwe DAIŞ û Tîmên Esedullah pênase dikin hatine.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, pêkanînên rêveberiya awarte di roja 10. de didome, hêzên dewletê yên tevî hemû êrîşan jî nikarin bikevin qadên xwerêveberiyê, vê carê jî çeteyên DAIŞ û Tîma Eseddûllah ên ji taxên din wezîfedar kirin. Veysel B. diyar kir ku li taxa Nûh a Silopiyayê tîmên taybet ên rûyên xwe bi maskeyan girtine, dîwarên malan wî bi balyozan xera kirine û ketine malê, da xuyakirin ku du rojan li ser wî û ciranên wî van kesên ku xwe DAIŞ û Tîmên Esedullah pênase dikin îşkence kirine.

 ‘EM DAIŞ IN, TÎMA ESEDULLAH IN’

Veysel B. ragihand ku ev kesên rûyê wan bi maske jê re gotine, “em DAIŞ in, tîmên Esedullah in” û wiha axivî: “Ev kesên rûya wan bi maske, me û cîranên me xistin bodrûmekê û bi saetan îşkence li me kirin. Dirûşmên DAIŞ’ê qîr dikirin. Digotin, “em DAIŞ in, tîmên Esedullah in, em ê qira we bînin.” Piştî îşkence li me kirin hewl dan me derxin ser ban û bikin hedefên sekvanan. Ji ber em dernekin ser ban, îşkence domandin.”

‘ÇETE TERORÊ LI SILOPIYAYÊ PÊK TÎNIN’

Veyse B. anî ziman ku piştî du şevan îşkence dîtin, vê carê tîmek din hate mala wan, wiha domand: “Niha li Silopiyayê zîhniyeta DAIŞ’ê û çeteyên xwe wek tîmên Esedullah bi nav dikin, terorê dikin. Çav li wan sor bûye. Ji bo malan bidin valakirin, çi ji destên wan tê dikin. Bi sedan welatî bi derbkirinê, bi zorê koçberî gundên derdor kirin. Êdî divê hin bi ser qîrên me de werin. Teqez e ku ewlehiya canê me tineye. Niha Silopiya ji aliyên çeteyan, qatilên bi pere hatiye dagirkirin. Silopiya bi qetlîamê re rû bi rû hatiye hiştin.”