Cenazeyê Şiyar Baran (13) ê duh li Amedê di xwepêşandana ji bo şikandina dorpêçiya li Sûrê de bi guleya polîsên Tirk hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
ANF
AMED
çarşem, 23 berfanbarê 2015, 12:27
Cenazeyê Şiyar Baran (13) ê duh li Amedê di xwepêşandana ji bo şikandina dorpêçiya li Sûrê de bi guleya polîsên Tirk hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Baran ê 13 salî, ku duh li taxa Seyrantepeyê hat qetilkirin, piştî otopsiyê danê vê sibehê ji aliyê bi sedan kesên ku Parlamenterên HDP'ê Ziya Pîr, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî di nav de bûn, ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hat wergirtin û anîn gundê Mila yê ser bi Sûrê.
Piştî bi cih anîna wecîbeyên olî li mizgefta gund, girseya gel darbesta cenaze hilgirt ser milan û anîn goristanê.
Li dû veşartina cenaze, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle peyivî û got, "Şiyar ne li ber xendekan nobed digirt, ne jî di destê wî de çek hebû. Bese êdî ku hûn xendekan dikin bahane û zarokên me qetil dikin. Êrîşên ku tên kirin nîşan didin ku xendek êdî ji bo me mecbûriyetek e."
Alî Şîmşek jî da xuyakirin ku ji dema Şêx Seîd û vir ve ew li hemberî van zalimên hewl didin wan tine bikin şer dikin û got, "Em ê îro jî şer bikin."
Kalê Baran Reşît Baran jî got, "Bila neviyê min bibe qurbanê Kurdistanê û gelê Kurdistanê" û wiha peyivî: "Canê me şewitî, zarokê me mir, bila yê kesekî din nemire û ev pirsgirêk bi lez were çareserkirin. Xwedê Kurdan biparêze."