Tîmên taybet ên Tirk li Kerboranê zarokek kirin hedef

Li Kerboranê ku êrîş di roja 13. de didomin, tîmên taybet ên Tirk li pêşiya mala wî Mehmet Taşdemîr ê 12 salî bi gulereşanê birîndar kirin.

Li navçeya Kerbaran a Mêrdînê êrîşên hêzên dewleta Tirk di roja 13. de didome. Di saetên sibehê de tîmên taybet bi li pêşiya mala wî ya li Taxa Tepebaşi dema lîstîk dilîst bi ser Mehmet Taşdemîr ê 12 salî gule reşandin, ji destê wî birîndar kirin. Şêniyên taxê bi alên spî ve Taşdemîr bi ambûlanseke nêzî taxê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Gel paş de gavan navêje. Li dijî dorpêç û êrîşan jî berxwedana gel didome.

Tevî hemû êrîşên hêzên dewletê jî gelê paş de gava navêje, taxê xwe diparêze. Li Taxa Safayê ku di hedefa êrîşan de ye, hêzên dewletê yê bi tank û gelek wesayîtên din ê zirxî ve hewl da bikevê, li çeperên berxwedanê ketin, paş de kişiyan.

Gelê Nisêbînê ku ji 10’ê Kanûnê roja êrîşan destpêkir ve her şev çalakiya dengderxistinê li dar dixe, duh êvarî jî bi navber li şibake, şaneşîn û hewşên xwe bi lêdana beroş û taweyan ve êrîş protesto kir. Li navçeyê dirûşma, “Bijî Berxwedana Kerboranê” bilind bû, gel jî bi biryar e ku hêzên dewletê nexe qadên xwerêveberiyê.

Her çiqasî ji ber dorpêçê gelê Kerboranê astengiyan bikşîne jî bi piştevanî û piştgiriyek mezin ve dorpêçê têk dibe. Kurdistanî mirinê didin ber çavên xwe, nanê xwe bi hev re parve dikin û nahêlên dorpêç wek amûrekî şantajê bê bikaranîn.