Endamê KNK'ê Yaşar Akîf diyar kir ku Kurden li Ewropayê dijîn, ji bo xwedî li xwerêveberiyan derkevin divê dakevin kolanan û got, "Pêwîste ev dem weke demeke awarte bê nirxandin û her der bibe qada serhildanê."
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Yaşar Akîf di dewama hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re bibîr xist ku Kurdên li Ewropayê heta roja îro tevkariyeke cidî li têkoşîna li Kurdistanê kirine û got, "Divê gelê me yê li Ewropayê dijî, hîn zêdetir destekê bidin daxwaza xwerêveberiyê û tevlî têkoşînê bibe."
Akîf ev xal destnîşan kir:
"Bi taybetî ciwan, jinên ciwan an jî mirovên dikarin biçin, divê biçin Sûr, Cizîr, Nisêbîn û tevahiya Bakurê Kurdistanê û tevlî berxwedanê bibin. Girîng e berê me li xaka welêt be. Berê şiyareke me ya bi vî rengî hebû. Îro jî derbasdar e. Di dema dawî de di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de gelê me dest bi helandinê kir. Ev gelekî xetere ye.
Li aliyê din, ji bo xwerêveberî ji raya giştî ya Ewropayê re bê vegotin, divê gelê me li her devera lê ye çalakiyan lidar bixe. Pêwîste ev dem weke demeke awarte bê nirxandin. Girîng e her der veguhere qada serhildanê. Lazim e jiyan li gorî vê were diyarkirin. Kurdên niha li Ewropayê dijîn neçar in ku şêweyê jiyana xwe, li gora têkoşîna xwerêveberiyê organîze bikin. Eger vê neke wê bersivê nede pêvajoyê. Ji ber ku têkoşîneke dîrokî, têkoşîneke herdemî heye. Divê gelê me yê li Ewropayê jî bibe parçeyek ji vê. Gelê m lazim e rewabûna vê têkoşînê ji raya giştî ya cîhanê re vebêje û ragihîne ku ew dixwaze bi sîstema xwerêveberiyê bijî. Divê bike ku raya giştî ya navneteweyî destekê bide têkoşîna xwerêveberiyê a li Kurdistanê.
Ji vê derê dixwazim bang li dosên me jî bikim: Bi taybetî hêzên Elewî, demokratîk û gelên dost, divê lid ora daxwazên azadiyê yên Kurdan, li dora çalakiyên xwerêveberiyê bicivin û destekê bidin têkoşînê. Ev yek di heman demê de tê wateya azadiya wan.
Ji bo me ev pêvajo pêvajoyeke normal nîne. Lewma divê gelê me di nava çalakiyên herdemî de be. Divê ti Kurd li mala xwe nemîne. Gelek li dijî tinekirina topyekûn li ber xwe dide. Rûniştina li malê ne exlaqî ye. Lewma divê her kes li ber xwe bide. Ji kar, dibistan û rehetiya xwe her kes fedekariyê bike. Em li vê derê çiqasî raya giştî ya Ewropayê agahdar bikin, çiqasî zexta li ser Tirkiyeyê zêde bikin, ewqasî wê pêşî li komkujiyan were girtin. Desteka me ya ji bo têkoşîna xwerêveberiyê ewçendî girîng e. Ev yek divê wezîfeya me ya bingehîn be."