Êrîşên dewletê yên li ser Cizîr û Silopiyayê li Şirnexê ji aliyê bi hezaran welatiyan ve li kolanan hat şermezarkirin. Li bajêr avahiya Avahîsaziyê ya dewletê careke din hate şewitandin.
Êrîşên dewleta AKP'ê yên li ser bajarên Kurdan li Şirnexê hatin şermezarkirin. Bi hezaran welatiyên li taxên Cumhuriyet, Yenîmahalle, Yeşîlyurt û Bahçelîevlerê daketin kolanan, li şaneşîn û hewşên malên xwe çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Welatiyên bi teneke, qoşxane û hesinan deng derxistin, sloganên, "Bijî berxwedana Cizîrê", "Em dê bi berxwedanê serbikevin" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Di vê navberê de komek ciwanan avahiya Midûriyeta Avahîsazî û Hawirdor a Bajar cara duyemîn şewitandin. Ji ber şewatê, avahî bû ku nema karibe bê bikaaranîn. 3 roj berî niha jî di encama şewitandina avahiyê de beşek avahiyê zerareke mezin dîtibû.