Li Nisêbînê li dijî êrîşan çalakiya dengderxistinê
Li Nisêbînê li dijî taxên berxwedanê êrîşên dewleta Tirk di roja 10. de didome, gel li hember êrîşan çalakiya dengderxistinê li dar xist.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya kolanan a cara 6. hat îlankirin didome. Êrîşên li dijî taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Dîcle, Zeynelabîdîn û Kişla îro jî dewam kirin. Li taxên ku dengên çekan kêm nebû de xweparastin jî heta dawiyê pêk hat. Ji wesayîtên zirxî yên li taxên Kişla û Zeynelabîdîn hatine bicihkirin, gulebaranên artêşa Tirk dewam kir. Li dijî êrîşan jî gel dîsa kolan vala nehiştin, çalakiya dengderxistinê li dar xist.
Welatî danê êvarî li derdora agirê pêxistî hatin cem hev, dirûşm berz kirin, her wiha bi stranan govend gerandin. Dîsa ji ber tîmên taybet trafo kiribûn hedef ev 2 roj in elektrîk tineye, xetên telefon, înternet û 3G’yê qutkirî ne.
Li dijî êrîşan, li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê gel herikî kolanan. Ji wesayîtên zirxî yên li qada Newroz hatin bicihkirin bi deqeyan tax hatin gulebarankirin, jinan li dijî dengê çekan dengê tilîliyan bilind kir. Gelê ku çalakiya dengderxistinê li dar xist, dirûşma, “Bijî Berxwedana Nisêbînê” ji guhê hêzên dewletê kêm nekir.
Li kolanan berxwedan dewam dike.