HSD li başûrê Kobanê bi pêş de diçe

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li Başûrê Kobanê di pêngava li hemberî DAIŞ'ê û komên din ên çete de bi pêş de diçe.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li Başûrê Kobanê di pêngava li hemberî DAIŞ'ê û komên din ên çete de bi pêş de diçe.

Di roja duyemîn a pêngava bi navê 'Operasyona paqijkirina başûrê Kobanê ji çeteyan' de, şervanên HSD'ê li gelek nuqteyan bi cih bûne.

Hêzên HSD'ê duh êvarê gundê Seharîc Cîbal ê Kobanê azad kiribûn.

Hêzên di bin sîwana HSD'ê cihê xwe di vê operasyoNê de digirin, ev in:

Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Lîwa El-Tehrîr, Tabûrên Şems El-Şemal, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Kombûna Tugayên Cizîrê ve Kombûna Tabûrên Firat-Cerablusê.