Gelê Hezexê ber bi Cizîrê ve dimeşe

Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Cizîrê, ku di roja 11. de ye, bi hezaran kes ji Hezexê ketin ser rêya Cizîrê.

Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Cizîrê, ku di roja 11. de ye, bi hezaran kes ji Hezexê ketin ser rêya Cizîrê.

Bi hezaran Hezexî bi vê marnacê li Parka Aştî ya li Taxa Tûrgût Ozal li hev civiyan. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş, hevşaredar û rêxistinên navçeyê yên DBP û HDP'ê jî tevlî meşê bûne. Li navçeya ev hefteyek e dibistan tên boykotkirin, îro dikan dikan û kontak jî nehatin vekirin. Li navçeya jiyan hate rawestandin, dengê sloganên gel berz dibin. 

Gelê danê sibehê kom bûyî, dirûşmên, "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" diqîre. Meşa girseyê ya ber bi Cizîrê ve, destpê kir.