Komkujiya bi 'qezayê' hat kirin; Roboskî - ÇAVDÊRÎ
Li 'Tirkiyeya Nû' ku her rojeke xwe ji bo pêkanîna Roboskiyeke nû derbas dibe, di ser qetilkirina 19 jê zarok 34 sivîlan re, ku bi fermana AKP'ê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat kirin, 4 sal derbas bûn.
HASAN YOLDAŞ
ŞIRNEX / ANF
pêncşem, 24 berfanbarê 2015, 07:04
Di ser komkujiya Roboskî re, ku fermana wê ji aliyê AKP'ê ve hat dayîn û di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên F-16 ên artêşa Tirk bi destê dewletê bombe li ser 19 jê zarok 34 sivîlan barandin û bi hovane ew qetil kirin re 4 sal derbas bûn. Di vê salvegerê de li Kurdistanê, dîsa bi fermana AKP'ê û bi destê dewletê re, konsepteke înkar û tinekirinê ya topyekûn li ser kar e.
Bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî, xwe gihandina Roboskî karekî hêsan nîne. Ji bo çûyîna Roboskî dema ji aliyê rojavayê Firatê bi rê ketim, di tevahiya rêgeha diviyabû ez jê derbas bibim de, pêkanînên rewşa awarte ya hevkariya AKP-Dewletê weke astengiya herî mezin derdikeve pêşiya mirovan. Ji ber ku hemû bajarên Kurdan ên dîktatorya AKP'ê bi destê dewletê rewşa awarte lê îlan kiriye, li ser vê rêgehê ne.
RÊGEHA HERÎ PAQIJ, BI DESTÊN XWE YÊN HERÎ GEMARÎ HERIMANDIN E
Ev bajarên ku ji sedî 80'ê û zêdeyî wê destekê didin Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi dehan salan e ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa yên gelbûyînê têdikoşin. Lewma ji aliyê hevkariya AKP-Dewletê ve tê xwestin bên tinekirin. Ji bo xwegihandina Roboskî, divê mirov yek bi yek ji van bajarên rewşa awarte lê hatiye îlankirin, derbas bibin. Û bi dorê mirov destpê dikin; Amed bi taybetî navçeya Sûrê, Nisêbîn, Cizîr û Silopiya. Ketina nava van bajaran li aliyekî, nepêkane ku mirov di heman rêgehê re derbas bibin. Ev xeta heta Roboskî ku bi qasî 400 kîlometre ye, bi temamî jia liyê leşker û polîsên AKP û dewletê ve hatiye dorpêçkirin, ketin û derketin bi temamî qedexe ye. Li van deran çi Tevgera Taybet a Jenermeyan, çi polîsên taybet, çi Tevgera Taybet a Polîsan, çi yê wan hebe, hemû li vir in. Vê yekê jî têra wan nekiriye, rabûne bi xwe re tank, top, helîkopter û ji her celebî maşînên zirxî anîne. Yanî komkujiyên nû yên Roboskî pêk tînin.
Pêwîste hebûna bi deh hezaran leşkeran jî neyê ji bî kirin. Bêguman ev hejmara ku bi awayekî fermî hatiye aşkerakirin e. Yên ne fermî, JÎTEM û tîmên Esedûllah ên têkiliyan wan di her karê gemarî de hene, bi her awayî çeteyên qetlîamkera di nava van de hene. Divê Ford Rangerên wan jî neyên ji bîr kirin. Yanî ji bo mirov xwe bigihînin Roboskî, divê di vê rêgeha herî paqij bû, lê bi destên herî qirêj hatiye herimandin de, derbas bibin.
ÇÛYÎNA FÎZANÊ JI ÇÛYÎNA ROBOSKÎ HÊSANTIR E
Ev destên gemarî yên ku her ruhberê dibîne qetil dikin, ne hêsan bên bihurandin. Lewma mirov ji neçarî berê xwe didin rêyeke din. Ji bo vê jî ancax em li dora Roboskî bigerin û bi vî rengî karibin xwe bigihînin wê derê, xwe bigihînin xaka 34 can lê hatin qetilkirin. Rêyên Duble li vir nîne. Heta wesayîta li pêş ber tê derbas dibe, tu neçarî wesayîta xwe li kêlekê bisekinîne. Naxwe wê qeza rû bide. Lembeyên trafîkê jî nînin. Li şûna lembeyên têra xwe qereqol li ser rê hene. Li van deran lembe timî sor e. Li van bendên her 10 û 20 kîlometreyan hene, tu neçarî bisekine. Rê hatiye girtin û bê îstîsna tu tê kontrolkirin. Piştî vê lêgerîn û kontrolê, eger şensê te hebe, tu rêwîtiya xwe didomîne.
'TIRKIYEYA NÛ' LI ROJHILAT NEPEN E!
Piştî derbas kirina bi hezaran astengiyan, bi zorê mirov xwe digihînin Roboskî. Roboskiya ku ji giriyê li dû canên ji dest çûn êdî rondik di çavan de nemaye. Di 'Tirkiyeya Nû' de cihekî ku mirov xwe negihînin nîne! Bi balafirgehên nû yên li her derê hatine vekirin, bi rêyên duble yên ber bi her alî ve!.. Me jî xwe gihandin gundê 34 canên bi 4 bombeyên ji F-16'an hatin barandin hatin qetilkirin. Me jî xwe gihandin gundê Salîh Urek, Bedran Encu, Adem Ant, Erkan Encu, Şivan Encu, Mûhammed Encu, Bîlal Encu, Aslan Encu, Mehmet Alî Tosûn, Savaş Encu, Orhan Encu, Nadîr Alma, Celal Encu, Fadil Encu, Mahsûn Encu, Şervan Encu, Yuksel Urek, Cemal Encu, Cîhan Encu, Vedat Encu, Serhat Encu, Salîh Encu, Ozcan Ûysal, Huseyîn Encu, Nevzat Encu, Hamza Encu, Selîm Encu, Zeydan Encu, Seyîtxan Enç, Husnû Encu, Selahattîn Encu, Osman Kaplan, Abdulselam Encu û Şerafettîn Encu.
Li çep û rastê xwe dinêrim. Dixwazim bibînim bê di navbera salên 2011-2015'an de di nava 4 salan de çi hatine guhertin. Ya ku di destpêkê de tê hişê min berpirsyar in. Berpirsyarên KOMKUJIYA ROBOSKÎ li pêşberî edaletê hatin cezakirin? û piştre pirs li dû hev tên. Ji bilî van, guherînên di nava 4 salan de pêk hatine tên dîtin: berxwedan, têkoşîn, lêgerîna li mafê xwe û hesabpirsîn guherînên destpêkê ne.
34 CANÊN LI HER MALEKÊ DI ÇARÇOVEYEKÊ DE HATINE BI CIH KIRIN
Li her mala em diçin serdana wê, wêneyê 34 canê di nava çarçoveyekê de hatine bicihkirin, derdikeve pêşiya me. Li her malê ev tê dîtin. Bi taybetî hêrs û xemgîniya jinan, keçan û ciwanan. Hêrsa ji bo hesabpirsîna ji berpirsyar û kujeran. Li dû komkujiya ku 4 sal li dû xwe hişt, êdî Roboskiyên ji bo edaletê têdikoş in, mîna berê bindest û dil bi tirs nînin. Berevajî vê yekê mirovên ku haya xwe ji her tiştî heye, rewşa rojane dişopîne, li ber xwe dide û her timî têkoşîna xwe bilind dike, derdikeve peşiya mirovan.
DESTHILATDARIYA VEGUHERIYE KUJERÊ BÊSEKIN
Di serdema dîktatoriya AKP'ê de, mirov dikarin komkujiya Roboskî weke destpêka rêze qetlîamên komî binirxînin. Piştre bi dorê li Soma, Amed, Pirsûs û Enqereyê komkujî hatin kirin. AKP a ku veguheriye kujerê bêsekin, ji roja destpêka desthilatdariya xwe û vir ve, van komkujiyan vediguherîne lîstikên xwe yên siyasî.