Togrûl: Em ê ti carî dev ji xwerêvebirina gel bernedin

Parlamenterê HDP'ê Togrûl destnîşan kir, ku AKP bi vê terora xwe re dixwaze pêşî li destketiyên li Rojava bigire û diyar kir ku divê Kurdên li Ewropayê çalakiyên destekkirina gel zêde bikin.

Parlamenterê HDP'ê Togrûl diyar kir ku berxwedana gel a li dijî terora AKP'ê ya li Kurdistanê zêde dibe û destnîşan kir, ku AKP bi vê terora xwe re dixwaze pêşî li destketiyên li Rojava bigire. Togrûl diyar kir ku divê Kurdên li Ewropayê çalakiyên destekkirina gel zêde bikin.

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ê ji bo hin danûstandinan hatiye Ewropayê, terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê û berxwedana gel a li dijî vê terorê ji ANF'ê re nirxand.

'ARMANCA DEWLETA TIRK TINEKIRINA DESTKETIYÊN KURDAN ÊN LI ROJAVA YE'

Togrûl diyar kir ku dewleta AKP'ê niha li 18 navendên Kurdistanê, 54 caran bi qasî 200 rojan di bin navê 'qedexeya derketina derve' de prova komkujiya li hemberî gel dike û ev nirxandin kir: "Asta komkujiyê ewçend bikin e, ez bi tenê ji bo Cizîrê vê mînakê bidim; niha li Cizîrê, li gorî daxuyaniyên çavkaniyên fermî yên dewletê 6 general, 36 serheng, bi qasî deh hezaran tîmên taybet ên paramîlîter li wir hatine bicihkirin. Armanca ne tenê şikandina vîna Kurd û qedandina daxwaza xwerêveberiyê ye. Armanca bingehîn, nirxên Kurdan ên li Rojava îro derketine holê, statuya Kurdan a li wê derê ji holê rake, ye. Sedema bingehîn a li piştperdeyê ev e. Hûn jî dizanin Kantonên Cizîr û Kobanê gihaştin hev. Herêma ji 98 kîlometreyî ya di navbera Kobanê û Efrînê de, hînê di destê DAIŞ a tecawizkar de ye.

Komara Tirkiyeyê bi awayekî vekirî ragihand. Ji bo li vê herêmê Kurd, YPG/YPJ nebe û Kurd nebin xwedî gotin, herêm weke xeta xwe ya sor ragihand. Lê bel cîhan, hebûna komeke qetlîamker, tecawizkar a serê mirovan jê dike, li wê herêmê bi vî rengî nanirxîne. Tirkiye di heman demê de desteka xwe ya ji berê ve dide vê komê, îro jî hînê didomîne.

Feraseteke dewletê ya bûye kevneşopiyekê heye. Ew jî ev e; 'eger ji dest bê, tu yêti mafî nede Kurdan'. Li Kobanê, li Rojava, li Başûr, li Bakur, li ku derê Kurd xwedî li xwe derkeve, TC bi vê ferasetê li dij derket, li dij derdikeve. Ya ku îro tê xwestin bê kirin, pêşîgirtina li bûyîna xwedî statu ya Kurdan e."

'DEWLETÊ HÎNÊ KURD BAŞ NAS NEKIRIYE'

Togrûl hişyarî da û ragihand, ku ev zilma li Kurdistanê tê kirin, di navbera gelan de rê li ber cihêbûna ji hev vedike û destnîşan kir, ku di encama vê yekê de wê Tayyîp Erdogan ji sedî sed winda bike.

Togrûl da xuyakirin, ku êrîşên dewleta Tirk li hemberî Kurdan dike nîşan didin ku dewletê hînê Kurd nas nekiriye û ev xal destnîşan kir: "Serokwezîr beriya du rojan ev tişt got; 'em malan paqij dikin'. Mîna ku bêje em pêşiya malê paqij dikin. Ev gotin, gotina komkujiya li dijî gel e. Nîşan dide ku Kurd nas nake, bi dîrokê nizane. Mîrateya ku Seyîd Riza li dû xwe hiştiye nabîne, Arîn Mîrxan nabîne, mîrateya Şêx Seîd nabîne. Gelo Kurdan kengî serî li ber zilmê tewandine? Kurd ji pêşiyên xwe hînê berxwedanê bûn û berxwedan hînî ciwanên xwe kir. Gelekî her tim li ber xwe daye. Ji ber ku şensê xwe yê vegera ji berxwedanê nîne. Serî netewandin, nafikirin serî bitewînin."

'MECBÛR BÛ XENDEKAN BIKOLIN'

Togrûl der barê bahaneya 'xendekan' a ji bo rewakirina êrîşan weke hincet tê nîşandan de, ev nirxandin kir:

"Dema êrîş dikin, hewl didin bi bahaneyekê re civakê bi xwe bidin bawer kirin. Mesele, meseleya xendekan nîne. Li Kurdistanê xendeka destpêkê di 7'ê Hezîranê de nehatiye kolandin. Li Cizîrê di sala 2014'an de ji mecbûrî xendek hat kolandin. Bînin bîra xwe, dema Hatîp Dîcle peyam Ocalan bir ji Cizîrê re, di navbera hikûmetê û wan ciwanan de diyalog hat danîn. Hikûmetê soz da ku ew ê wan ciwanan negire, binçav neke, wan qetil neke û li ser daxwaza Ocalan xendek hatin girtin. Lê heman piştî çend rojan careke din êrîşan destpê kirin. Lewma mesele ne xendek e. Ez dubare dikim; ev yek hewldana ji bo şikandina vîna xwerêvebirinê ya Kurdan e, li her derê pêşîgirtina li Kurdan e."

'EM Ê TI CARÎ DEV JI XWERÊVEBERIYA GEL BERNEDIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl bal kişand ser projeya HDP'ê ku jiyana bi hev re ya wekhev û azad a hemû gel, çand û baweriyan e û destnîşan kir, ku alîgirên aştiyê û her kesên naxwazin li vî welatî xwîn bê rijandin divê ti carî dest ji vê projeyê bernedin.

Togrûl da zanîn ku ew hewl didin li pişt helwesta xwerêvebirina gel a ku sekan têkoşîna azadiyê ye, bisekinin û got, "Em dikarin dest ji her tiştî berdin, lê belê em ê ti carî dev ji armanca xwerêvebirina vî gelî bernedin. Helwesteke me ya berevajî vê armancê wê ti carî nebe. HDP, projeya belavkirina feraseta pirrengiyê li gelemperiya Tirkiyeyê ye, ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatiye afirandin û ev yek gelekî girîng e. Ji ber ku em bi gelan re jiyan û dijîn; lewma girîng e. Lê belê eger rewş gihaştibe radeya tinekirina Kurdan, hingî ev yek ne dermanê her tiştî ye."

'PÊWÎSTE GELÊ ME YÊ LI EWROPAYÊ RABE SER PIYAN, XEBATÊN DÎPLOMASÎ Û LOBÎ BIMEŞÎNE'

Togrûl ev bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir: "Li hemberî komkujiyan, pêwîste gelê me yê li Ewropayê rabe ser piyan. Sekneke bi vî rengî divê. Her çend li vê derê dijîn jî ez dizanim ku bi hesreta welêt dijîn. Helwesta li ve derê divê ne tenê organîzasyonên biçûk, ne tenê çalakiyên bîranînê bin. Pewîste gelê me biherike kolanan. Hem xebatên dîplomasî û lobî bimeşîne, hem jî çalakî û xwepêşandanan lidar bixe. Divê karibe bêje, 'Ev agirê li vê derê ne tenê min dişewitîne, te jî dişewitîne, li hemberî te jî gefek e'. Gelek tê qetilkirin, çandek, dîrokek tê tinekirin. Deynê her kesî ye ku li hemberî vê bisekinin û dawî li vê yekê bînin. Divê gelê me li ser vê bingehê rabe ser piyan."