Li Silopiyayê êrîş dijwar bûn: gelek mal dişewitin

Li Silopiyayê ku terora dewleta Tirk di roja 12. de didome, hêzên artêşa Tirk nikarin berxwedana gel bişkînin, di satên şevê de êrîşên xwe dijwartir kirin.

Li Silopiyayê ku êrîş lê dijwar bûne, di saetên şevê de elektrîka hemû bajar qût bû. Di encama topbaranê de di gelek malan de şewat derket.

Li Silopiyayê ku terora dewleta Tirk di roja 12. de didome, hêzên artêşa Tirk nikarin berxwedana gel bişkînin, di satên şevê de êrîşên xwe dijwartir kirin.

Li navçeya ji derveyî lojmanên leşkerî û derdora nexweşxaneyê elektrîkên hemû taxan hat qûtkirin. Topbarana li ser taxên Cûdî, Nûh, Barbaros û Yenîşehîrê û her wiha li ser taxên din jî hê dijwartir bûn. Di encama topbaranê de di gelek malan de şewat derket. 

Li aliyê din hat ragihandin ku di encama topbaranê de Şîrîn Atalay a dayika 3 zarokên astengdar e li Taxa Başak dijî, dema topek li mala wê ket birîndar bû. Ji ber ku rewşa wê xeter e sewqî Nexweşxaneya Medical Park a Êlihê hat kirin.