Berxwedana xwerêveberiyê li Ûppsala hat silavkirin

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Ûppsala dijîn, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî daxwaza Xweseriya Demokratîk, destek da berxwedanên xwerêveberiyê yên li Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Kerboranê.

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Ûppsala dijîn, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî daxwaza Xweseriya Demokratîk, destek da berxwedanên xwerêveberiyê yên li Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Kerboranê.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Ûpptalal, bi qasî 500 Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê li hev civiyan û çalakî lidar xistin. Siyasetmedarên Kurd û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl di axaftina li vê derê de hikûmeta AKP'e yên li bajarên Kurdan komkujiyê dike û Yekîtiya Ewropa ya çavên xwe li AKP'ê digire, şermezar kirin. Qisekeran bang li raya giştî ya demokratîk û tevahiya Kurdan kir ku piştgiriyê bidin gelê Kurd ê li be xwe dide û çalakiyên xwe di vî warî de zêde bikin.

Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya diyar kir ku AKP û Erdogan ên vîna gel a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derket holê qebûl nekirin, li dijî gelê Kurd şer îlan kirin, bi vî rengî dengên nîjadperestan wergirtin û piştî 1'ê Mijdarê şer girantir kirin.

Sarikaya da xuyakirin ku gelê Kurd li hemberî darbeya AKP'ê ji bo nasname û mafên xwe dest bi berxwedanê kiriye û ragihand, ku divê gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk a dest bi êrîşa topyekûn kiriye, bi hev re li ber xwe bide.

Di çalakiyê de hunermendên Kurd Kawa Ûrmiye, Serhado, Evîn Dilşad, Beytocan û Berfo Kurdê derketin ser dikê. Kurdistaniyan berxwedanên Rojava û Bakurê Kurdistanê silav kirin.

...