Partiyên Endamên KNK’ê: Dijminê me yê neteweyî Dewleta Tirk e!

KNK’ê, li Hewlêrê civîna xwe ya asayî pêk anî. Di civînê de hat xwestin ku li hember dewleta Tirk xwedî li berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê derkevin. Di civînê de hinek biryar hatin girtin.

KNK’ê bi beşdariya partiyên Bakurê Kurdistanê û kesayetên serbixwe li navenda KNK’ê ya Hewlêrê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Endamên KNK’ê pêşketinin li Bakûr, Başûr û Rojava nirxandin, diyar kirin ku di rewşa heyî de hemû parçe dixwazin li gorî derfetên xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lewaziya yekgirtina di navbera parçeyan de hat rexnekirin. Di civînê de bi taybet bêdengiya Başûr a li hember bûyeran bû mijara rexneyan. Partiyên ku endamên KNK’ê di daxuyaniyên xwe de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û pêkanînên talankirina Başûrê Kurdistanê û êrîşên çeteyan ên li ser Rojava hatin şermezarkirin. 

BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ HAT SILAVKIRIN

Endamên KNK’ê diyar kir ku li hemû herêmên Kurdistanê li hember terora dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û siyasetmedaran hê zêdetir têkoşînê bimeşînin. Berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Endamên KNK’ê got: “Serketina Bakur tê wateya Serketina Başûr,Rojava û Rojhilat jî.” Îro divê hemû parçe li dora Bakur bibe yek. Dewleta Tirk a bi êrîşên xwe yên hovane û bê qanûnî li hember têkoşîna xwerêveberiya Bakûr dide meşandin. KNK’ê da xuyakirin ku divê dewleta Tirk wek dijminê Netewa Kurd were dîtin.”

QIRÎZA LI BAŞÛR

Yek ji majarên din a civîna KNK’ê qirîza desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê û konsepta dagirkirina dewleta T.C’yê bû. Partiyên endamên KNK’ê ji bo derxistina leşkerên Tirk ên li Başûr, biryara bihêzkirina xebatên da, têkildarî mijarê jî di wê ji bo siyaseta navneteweyî jî planên nû werin avakirin.

Di civînê de li ser siyaseta heyî a li Başûr hate rawestandin, hate ziman ku nabe bersiv û welat ber bi qirîzên cidî ve dibe. Siyaseta Başûr ber bi desthilatdariya Sûnî-Şîatiyê ve diçe.

Di civînê de hat bibîrxistin ku têkildarî hinek nûçeyên di çapemeniyê de dibêjin dewleta Tirk û Siûdî Erebîstan wê dewletbûna Başûr bipejirînin. Ev nûçe, agahiyên şaş didin gel û niyeta dewletên dagirker bi awayekî berevajî nîşanî gel didin. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Li Bakûr mafê meşrû yê xwerêveberiya 25 milyon mirovên me her roj bi qetlîaman, bi hilweşandina bajar pêk tê. Di rewşek bi vî awayî de dewleta Tirk dewletbûna Başûr napejirîne; berevajî vê di projeya Mîsakî Mîlî de Kerkûk û Mûsil di nav de wê dest bi dagirkirina Başûr bike.” 

BANGA YEKÎTIYA NETEWÎ

Endamên KNK’ê bal kişandin ser qirîza li Başûrê Kurdistanê, di wateya neteweyî de rê li ber otorîteyeke siyasî vedike. Hat xwestin ku parlamento di demeke nêz de kom bibe û pirsgirêkên welet bigire dest û çareser bike.

BIRYAR

Civîna endamên KNK’ê ya ku nêzî pênç saetan dom kird, biryarên girîng hatin girtin. Li gorî vê di pêşengtiya KNK’ê de di Çileya 2016’an de têkildarî rewşa Başûrê Kurdistanê wê saziyek (çaliştay) neteweyî ava bikin. Dîsa Neteweyên Yekbûyî jî di nav de saziyên navneteweyî li hember terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê dide meşandin li ser navê hêzên siyasî wê name werin şandin. Di pêvajoyên dawiyê de hemû destketiyên hatine bidestxistin wê parastina wan û bi platformên ku PKK û PYD’ê hêzên welatparêz ên li hember çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin bidin nîşandan. Li hember reşkirina hêzên welatparêz ên PKK û PYD bi Rêxistina Hevpariya Îslamê re bikeve nava hewldanan. Li hember aloziyên desthilatdarî û talankirinên Ereb-Kurdan, bang li Lîga Ereban dikin ku berpirsiyariyên xwe bînin cih û bikevin ser kar.