KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Andok: 'Rêveberiya biyanî' tê fêmkirin, lê çima xwerêveberî nayê fêmkirin?
Andok: Rewabûn ji her kesî re divê. Ji bo serdestan jî, ji bo hêzên civakî jî divê. Ji ber vê yekê pêwîst e. Hem serdest hem jî hêzên civakî yên bindest xwe dispêrin cihekî: civak. Bêyî civakê tiştek nabe. -
Şervanên HSD'ê li çiyayê Girêdan ê li qiraxa Çemê Firatê ne
Pêngava şervanên HSD'ê ya li başûrê Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dane destpêkirin, dewam dike. -
"Dewletê hewl da li nexweşxaneyê kincê gerîla li kurê min ê qetilkirî bike"
Li Cizîrê, ji ber topbarana çekdarên dewleta Tirk, Dogan Îşî li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Emîne Îşî got, "Dewletê hewl da li nexweşxaneyê kincê gerîla li kurê min ê qetilkirî bike." -
"Em ê serî li ber şantajê netewînin'
Li Cizîrê, ku ev 13 roj in êrîşên giran ên dewletê lê rû didin, nexweşê dil Yûsûf Ûgûr nikare biçe Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku ji hêzên dewletê re bûye biryargeh. Hevsera Ûgûr got, "Em ê serî li ber şantajê netewînin." -
Ew nikarin ji tank û guleyan birevin
Di roja 13. a êrîşên dewleta Tirk de, mirovên astengdar û yên ketine nava dest û piyan ên nikarin derbasî herêmên ewle bibin, bi xeteriya kuştinê re rû bi rû ne. -
Bendava Teşrînê ket bin kontrola şervanên HSD'ê - HAT NÛKIRIN
Şervanên HSD'ê yên bendav û derdora wê dorpêç kirine, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. -
'Aştî li çiyayên Kurdistanê dikare bê parastin'
Gerîlayê HPG'ê yê Ermenî Aso Ararat diyar kir ku hatiye dîtin êdî reda wijdanî têrê nake û got, "Min bi xwe jî fêm kir ku wijdan bi tenê têrê nake, ji aliyê pratîkî ve divê mirov cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin." -
Encu: Bi dorpêçiya heyî re komkujiyên ji ya Roboskî gelekî mezintir tên kirin
Servet Encu yê ku bi şens ji komkujiya Roboskî filitî û bi nêzîkatiya 'Tu çima nemir' rastî her şêwe zextên AKP û dewletê hat diyar kir, ku bi dorpêşî û êrîşên roja îro yên li Kurdistanê re, komkujiyên qat bi qat ya ji Roboskî mezintir tên kirin. -
Cenazeyên Taybet Înan û Yûsûf înan anîn Şirnexê
Cenazeyên Taybet Înan ê 57 salî û Yûsûf Înan ên dema ku li Silopiya ji mala cîranê xwe derketên di encama êrîşên tîmên taybet ên Tirk de hatin qetilkirin, anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. -
Li Kerboranê gel êrîş protesto kirin
Gel li navçeya Kerboranê ya ku bi qedexeya kolanan ve êrîşên dijwar didomin, bi çalakiya dengderxistinê ve êrîş protesto kirin. -
Fermandarê koma ‘Artêşa Îslamî’ ê digot ‘em ê PKK’ê bin ax bikin’ bin ax bû
Fermandarê koma ku bi navê Artêşa Îslamê tê binavkirin, ê bi navê Zehran Elûş di êrîşên ku tê gotin ên balefirên Rûsî ne de hat kuştin. -
Li Geverê polîsan êrîşî ciwanan kir
Ciwanên li dijî êrîşên ku dibe pêk were barîqat û xendekên li navçeya Gever a Colemêrgê xurttir dikirin rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî êrîşê li Taxa Gungor dengê çek û teqînan bilind dibe. -
Ji bo meş û mîtînga li Dusseldorfê banga tevlîbûna xurt
Ji bo mîtînga sibehê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanya banga tevlîbûnan didome. Di daxuyaniya Komîteya Amadekar a meş û mîtîngê banga tevlîbûna xurt hat kirin. -
Banga tevlîbûna mîtînga Amsterdamê
Konseya Civaka Kurdê Demokratîk a Hollanda ji bo mîtînga sibehê li Amsterdam Beûrspleîn a ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê banga tevlîbûnê kir. -
Yekîneyên Parastina Sivîl a Botanê hat îlankirin
YPS BOTAN: Em wek gelê Botanê li dijî van hewldanên qirkirinê yên li ser mafê me yê herî bingehîn û meşrû, mafê me yê jiyanê, em îlan dikin ku di bin navê YPS BOTAN de têkoşîna xwe hê mezintir bikin. -
Li Viyanayê bîranînên Roboskî, Mereş û 19’ê Kanûnê
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê kesên ku di qetlîamên Roboskî, Mereş û 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. -
Mûtlû û Demîrok li Licê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin
Cenazeyên Şoreş Mûtlû û Sezgîn Demîrok ên ku li Amedê bi guleyên polîsên Tirk hatin înfazkirin, li Licê ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. -
Yenî yê ku ji aliyê polîsên Tirk hate qetilkirin ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Cenazeyê Cuneyt Yenî yê ku li Semta Şehîtlîk a Amedê li kolanê ji aliyê polîsan hate qetilkirin li gundikê Mûlûksara yê Ferqînê bi merasîmeke ku bi tevlîbûna hezaran ve hat oxirkirin. -
KESK, DÎSK’ê ji bo balkişandina ser qetlîaman çalakiya rûniştinê li dar xist
Hevbirên KESK, DÎSK ên Qosera Mêrdînê ji bo protestokirina qetlîamên li ser Kurdistanê çalakiya rûniştinê li dar xistin û daxuyanî dan. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid ve êrîşî çalakiyê kir. -
35 endamên Artêşa Şoreşgerên Reqayê beşdarî HSD’ê bûn
Li bajarê Girê Spî 35 endamên Artêşa Şoreşgerên Reqayê beşdarbûna xwe ya nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihandin. -
'Em qedexeyan nas nakin!'
Terora dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê li Colemêrg, Wan, Mûş û Bedlîsê hat protestokirin. -
Mizgefta Seyîddan a li Cizîrê ji ber topbaranê xisar dît
Mizgefta Seyîddan a 470 salî ya li Taxa Alîbey a Cizîrê ji ber topbaranê di astek mezin de xisar dît. -
Girseya hewl da bikeve Kerboranê rastî êrîşa polîsan hat
Ji bo şkandina dorpêça ev 15 roj in li ser Kerboranê, girseya ku ji Hezex û Midyadê ber bi Kerboranê ketin rê ji ber astengkirina ketina bajar dest bi çalakiya rûniştinê kiribû, rastî êrîşa polîsan hat. -
Li Cizîrê navenda bajêr dîsa tê topbarankirin
Li Cizîra navenda bajêr dîsa tê topbarankirin. Îro, taxên Alîbey û Kalê yên li navenda bajêr jî hatin topbarankirin û gelek mal bûn hedefa topan. -
Li Silopiyayê dema wesayîta zirxî derbas dibû têqîn pêk hat
Li Taxa Şehîd Harun a Silopiyayê dema wesayîta zirxî derbas dibû têqîn pêk hat. Gelek ambûlans sewqî cihê teqînê hate kirin.