Li Geverê polîsan êrîşî ciwanan kir

Ciwanên li dijî êrîşên ku dibe pêk were barîqat û xendekên li navçeya Gever a Colemêrgê xurttir dikirin rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî êrîşê li Taxa Gungor dengê çek û teqînan bilind dibe.

Ciwanên li dijî êrîşên ku dibe pêk were barîqat û xendekên li navçeya Gever a Colemêrgê xurttir dikirin rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî êrîşê li Taxa Gungor dengê çek û teqînan bilind dibe.

Ciwanên li dijî êrîşên polîsan ên li ser taxan dibe ku pêk were barîqat û xendekên li Taxa Gungor a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê xurttir dikirin rastî êrîşa polîsan a bi çekdarî hatin. Hate ragihandin ku ciwanan jî li ser esasê xweparastinê bersiva dane hêzên Tirk û pevçûn qewimî.

Dema pevçûnan de teqînan rû da, têkîldarî mirî û birîndaran agahî nehatin bidestxistin. Dorpêça wesayîtên zirxî li ser taxan didome, dengê çek û teqînan tê.