Ew nikarin ji tank û guleyan birevin

Di roja 13. a êrîşên dewleta Tirk de, mirovên astengdar û yên ketine nava dest û piyan ên nikarin derbasî herêmên ewle bibin, bi xeteriya kuştinê re rû bi rû ne.

Di roja 13. a êrîşên dewleta Tirk de, mirovên astengdar û yên ketine nava dest û piyan ên nikarin derbasî herêmên ewle bibin, bi xeteriya kuştinê re rû bi rû ne.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, ku terora dewletê di roja 13. de dewam dike, êrîşên tund ên hêzên çekdar ên dewletê didomin. Gel jî li dijî êrîşan tedbîrên xwe digire û li ber xwe dide. Êrîşên dewleta Tirk herî zêde bandorê li mirovên nexweş û astengdar ên li navçeyê dikin.

'DI DEMA ÊRÎŞÊ DE EM NIKARIN CIHÊ XWE BIGUHERÎNIN'

Malbata Kasirga ku li Taxa Nûhê di hedefa êrîşan de ye, mala wan heta niha gelek caran hatiye gulereşandin. Kûdret Kasirga nerazîbûn nîşanî êrîşan da û anî ziman ku ji ber li malê zarokê 30 salî yê astengdar û xwesûya wê ya 75 salî ya bi tenê nikare tevbigere hene, di dema êrîşê de ew nikarin cih biguherin. Kasirga diyar kir ku ji ber nikare di dema topbaranê de ji malê derkevin, rîska mirinê ji bo wan gelekî zêde ye.

'ERDOGAN BI HEMÛ DERFETÊN XWE RE ÊRÎŞÎ ME DIKE'

Kasirga bibîr xist ku bi tank û topan re hedefgirtina malên wan, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û got, "Erdogan bi hemû derfetên di destê xwe de êrîşî me dike. Çi mafê xwe heye? Zarokê min 30 salî ye û astengdar e. Xwesûya min bi tena serê xwe nikare tevbigere. Vê yekê ji bo qesra xwe dike. Ji bo qesr ji destê wî neçe vê dike. Ji xwe re dibêje 'ez Misilman'im. Lê ti eleqeya wî bi Misilmantiyê tineye."

'JI WAN TÊ BILA ÇEKA KÎMYEWÎ BI KAR BÎNIN'

Malbata Arsû ya li heman taxê dijî, bi heman zor û zehmetiyan re rû bi û ye. Mehmet Şukru Arsû (55) yê astendarê fîzîkî ye û nikare bi tena serê xwe tevbigere got, "Eger dixwazin û ji wan tê  bila çeka mîmyewî bi kar bînin. Lê belê ew nikarin bi me." Hevsera wî Taybet Arsû (50) jî diyar kir ku di dîroka cîhanê de zilmeke bi vî rengî nehatiye dîtin û ragihand, ku bi dehan mal hatin bomekirin. Arsû got, "Ev 13 roj in bi tank û topan êrîş dikin. Êdî bes e."