'Em qedexeyan nas nakin!'

Terora dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê li Colemêrg, Wan, Mûş û Bedlîsê hat protestokirin.

Li hemberî operasyonên tunekirinê yên hikumeta AKP'ê ku li Kurdistanê dimeşîne, çalakiyên berxwedanê jî roj bi roj mezin dibe. Di çalakiyan de gel peyama ""Em li sikakan e, em li ber xwe didin û qedexeyan nas nakin" da.

COLEMÊRG

Rêxistinên bajêr ên HDP û DBP'ê yên Colemêrgê ji bo terora dewletê ya li bajarên Kurdistanê protesto bikin, meş lidarxistin. Welatiyên ku li ber Şaredariya Colemêrgê kom bûn bi pankarta "Em li sikakan e, em li ber xwe didin û qedexeyan nas nakin" meşiyan. Polîs li gel wesayîtên zirxî, bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşê gel kir. Ji ber berxwedana gel, polîs neçar ma û paş ve kişiya.

Welatî, piştî êrîşê li ber avahiya şaredariyê kombûn. Li vir Hevserokê Bajêr ê DBP'ê yê Colemêrgê Huseyîn Armut axivî û daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan jî bertek nîşanî polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê da û diyar kir ku  wê gel ti carî serî netewîne.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

WAN

Li navçeya Şaxê jî li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Şukru Yavuz balê kişand ser rejîma taybet a hikumeta AKP'ê û got "Hikumeta AKP'ê makezagona xwe ya zilm û komkujiyan ava kiriye."

MÛŞ

Li Melazgirê welatiyên ku li avahiya DBP'ê kombûn ber bi Qada Azadiyê ve meşiyan. Polîsan meşa girseyê asteng kir û li ser vê yekê li ser Kolana Mîlletê daxuyanî hate dayîn.

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyan ber bi avahiya DBP'ê yê navçeyê ve meşiya. Di çalakiyê de ciwanek hate binçavkirin.

BEDLÎS

Hevşaredarên Bedlîs û navçeyan jî li ber avahiya Şaredariya Bedlîsê daxuyanî dan. Hevşaredarê Bedlîsê Huseyîn Olan komkujiyên li Kurdistanê şermezar kir û bang li hikumeta AKP'ê kir ku dorpêç û qedexeyên li ser bajarên Kurdistanê were rakirin.