Encu: Bi dorpêçiya heyî re komkujiyên ji ya Roboskî gelekî mezintir tên kirin

Servet Encu yê ku bi şens ji komkujiya Roboskî filitî û bi nêzîkatiya 'Tu çima nemir' rastî her şêwe zextên AKP û dewletê hat diyar kir, ku bi dorpêşî û êrîşên roja îro yên li Kurdistanê re, komkujiyên qat bi qat ya ji Roboskî mezintir tên kirin.

Servet Encu yê ku bi şens ji komkujiya Roboskî filitî û bi nêzîkatiya 'Tu çima nemir' rastî her şêwe zextên AKP û dewletê hat diyar kir, ku bi dorpêşî û êrîşên roja îro yên li Kurdistanê re, komkujiyên qat bi qat ya ji Roboskî mezintir tên kirin.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de, bi fermana "qetil bike" ya ji Enqereyê hat re, balafirên şer ên dewleta Tirk ên ji Amedê rabûn, li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê, li gundê Roboskî yê navçeya Şirnex Qilabanê, bombe li ser karwaneke ji 38 sivîl û 50 hêstiran barandin û 19 jê zarok 34 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Tevî ku di ser re 4 sal derbas bûne jî, hînê ne diyar hatine darizandin ne jî hatine cezakirin.
Servet Encu yê ku di komkujiyê de 11 jê xizmên xwe 34 hevrêyên xwe winda kir û ew bi xwe jî bi şens rizgar bû, di dema komkujiyê de ji ber ku ew hilkumî û ji kaş wergeriya, bi saxî ji komkujiyê filitî.

Encu diyar kir ku ew bi qasî 50 metreya wergeriya û dema rabû ser xwe çû cem hevalên xwe, lê dît ku bedena hevalên wî parçe parçe bûne.

'TU ÇIMA RIZGAR BÛ'

Encu anî ziman ku piştî kêliyekê, ew bi telefonê li gundiyan geriya û bi hatina gundiyan re wî ji qîrîn û hawara gundiyan fêm kiriye, ku komkujî bi qasî ku nikare bê rakirin, gelekî giran e. 

Encu da xuyakirin, ku piştî vê komkujiya giran dozgeriyê bang lê kiriye ku îfadeyê bide û di dema îfadeyê pisa 'te ew al li ser darbestan bi cih kir? Çima ala Tirk li ser darbestan nehat bicihkirin' pirsî ye û wî jî gotiye, "Em çawa ala we li ser darbestan bi cih bikin. Hem hûnê me qetil bikin, hem jî ji me bixwazin ku ala we li ser darbestan bi cih bikin. Dema ku min ev got, gotinên min nehat qeydkirin. Ez şandin. Piştî bûyerê, li hemberî zilm, gef û zextên wan çûm Başûrê Kurdistanê. Salekê li wir mam. Dûre vegeriyam. 2 hezar TL cezayê pereyan li min birîn. Qîma xwe bi vê jî neanîn, şevekê gule li mala min reşandin. Dîsa jî ji wan nehat ku min bikujin, ez rizgar bûm. Heman piştî vê bûyerê 3-4 caran ez girtin binçavan. Kînga bûyerek biqewime yekser li min digerin. Ji min re gotin 'Tu çima ji komkujiyê rizgar bû'."

'ROBOSKÎ LI SER SÎNOR BÛ, YÊN LI BAJARAN ÇIMA TÊN QETILKIRIN'

Servet Encu ragihand, ku her çend di ser re 4 sal derbas bûne jî hînê kujer nehatine darizandin û cezakirin û got, "Em naxwazin sala pêncemîn jî bi vî rengî derbas bibe. Kê kiribe, divê were cezakirin. 4 sal in dayikên ji Roboskî nikarin razên. Dawet li vir nayê kirin. Ji bilî reş, kincekî bi rengekî din li xwe nakin. Kê ev kiribe, wê hesabê wê bide. Li Silopiya, Cizîr, Sûr, Kerboran, Gever û Nisêbînê hewl didin komkujiyên ji ya Roboskî gelekî mezintir bikin. Me got, zarokên me, birayên me li ser sînor hatin qetilkirin, baş e çima li nava bajaran mirovan qetil dikin. Ev yek jî tê wê wateyê ku niyeta wan kuştina her kesên li rojhilatê welêt e. Her kesên ku qetil dikin jî weke 'terorîst' nîşan didin. Piştî komkujiyê, cerdevanî li ser me ferz kirin. Ji me re gotin, 'der barê komkujiyê de ji televîzyon û rojnameyan re neaxivin'. Dibêjin 'qeza ye, qewimî, dev jê berdin'. Êşa me mezintir dikin."

'EGER KOMKUJIYA ROBOSKÎ BIHATA RONÎKIRIN, WÊ YÊN DIN NEQEWIMÎNA'

Encu anî ziman ku eger kiryarên komkujiya Roboskî bihatina darizandina wê komkujiyên Reyhanli, Soma, Amed, Pirsûs, Enqere, Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Kerboran û gelek komkujiyên piştre rû dan, neqewimîna. Encu ragihand ku di rewşa heyî de ev sal û pênc meh in, zêdeyî hezar parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane û ew li benda bersivê ne. Encu destnîşan kir, ku di çarçoveya prosedurê de dema rêyên hiqûqa navneteweyî qediyan, ew ê serî li rêyên hiqûqa derve bidin."

'BI DORPÊÇIYA LI KURDISTANÊ RE KOMKUJIYÊN JI YÊN ROBOSKÎ QAT BI QAT MEZINTIR TÊN KIRIN'

Encu diyar kir ku yên komkujiya Roboskî pêk anîn, rêveberên dewletê ne û got, "Berpirsyarê sereke Serokkomar Erdogan e, piştî wî jî Serokê Fermandariya Giştî yê berê Necdet Ozel û fermandarên li binê wî ne. Encu da xuyakirin, ku her şert di nava vê sîstemê de darizandina van zehmet be jî, ew ê lêgerîna xwe ya li edaletê bidomînin.

Encu da zanîn, ku di rewşa heyî de, di salvegera 4. a komkujiyê de gelê Kurdistanê û bajarên Kurdistanê hatine dorpêçkirin û li Silopiya ew jî niha lê ye, xeteriya komkujiyeke nû heye. Encu got, "Niha Roboskiyên nû tînin serê Kurdistanê. Hewldanên komkujiyê yên li Silopiya, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Kerboranê, ji ya Roboskî qat bi qat zêdetir e."

...