Cenazeyên Taybet Înan û Yûsûf înan anîn Şirnexê

Cenazeyên Taybet Înan ê 57 salî û Yûsûf Înan ên dema ku li Silopiya ji mala cîranê xwe derketên di encama êrîşên tîmên taybet ên Tirk de hatin qetilkirin, anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Cenazeyên Taybet Înan ê 57 salî û Yûsûf Înan ên dema ku li Silopiya ji mala cîranê xwe derketên di encama êrîşên tîmên taybet ên Tirk de hatin qetilkirin, anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê dema Taybet Înan ji mala cîranên xwe derket ji aliyê tîmên taybet hat qetilkirin, li ser agahiyê ji bo alîkariyê Yûsûf Înan ê hatibû jî hate hedefgirtin û hat qetilkirin.  Hevsera Înan Halît Înan jî dema hewl da cenazeyan bigire ji aliyê tîmên taybet bi giranî hatibû birîndarkirin. Cenazeyên Taybet Înan û Yûsûf Înan ku 8 rojan li cihê hatibûn hedef girtin man, îro ji wir rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Înan diyar kir ku naxwazin cenazeyan li Silopiyayê defn bikin, da xuyakirin ku heta qedexe û êrîş bi dawî nebin wê cenazeyan negirin.

Her wiha Wekîlî Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, ji nûnerên baroyên herêmê, Parlamentera HDP’ê Leyla Bîrlîk bi hev re hatin nexweşxaneyê û birîndar ziyaret kirin. Heyetê bi Îrfan Ûysal ê xebatkarê şaredariyê yê ji ber gulebarana tîmên taybet birîndar bibû û piştî emeliyatê milê wî hatibû jêkirin jî hevdîtin pêk anî.