Li Cizîrê, ku ev 13 roj in êrîşên giran ên dewletê lê rû didin, nexweşê dil Yûsûf Ûgûr nikare biçe Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku ji hêzên dewletê re bûye biryargeh. Hevsera Ûgûr got, "Em ê serî li ber şantajê netewînin."
Şerê topyekûn ê li Cizîrê ku ev 13 roj in di bin navê "qedexeya derketina derve" de tê meşandin, bandoreke neyînî li jiyana mirovan dike. Dewleta Tirk a ku bi deh hezar leşkerên xwe re 13 roj in nikare bi pêş de biçe, gel ceza dike. Hêzên dewletê ku bi dorpêçî, ambargoya xwarin, qutkirina elektrîk û avê zorê dide gel ji bo koç bike, di heman demê de nahêle ku welatî bên tedawîkirin.
'NAHÊLIN NEXWEŞ BÊN DERMANKIRIN'
Gelek nexweş, ji ber êrîşên topyekûn, nikarin biçin nexweşxaneyê û dermankirina wan nîvco maye. Yên mirinê didin ber çavên xwe û derdikevin derve jî, nikarin biçin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, ji ber ku ev der veguheriye biryargeha leşkerî. Nexweşxaneya ku li derdor û hewşa wê gelek tank û maşînên zirxî hatine bicihkirin, ji aliyê leşker, polîs û tîmên taybet ve weke xwaringeh û cihê bêhnvedanê tê bikaranîn.
'REWŞA HEVSERÊ MIN GIRAN E, EM NIKARIN RAKIN NEXWEŞXANEYÊ'
Nexweşê dil Yûsûf Ûgûr ê 78 salî yê li Taxa Cûdî dijî, ev 13 roj in nikare tedawî bibe. Ûgûr da xuyairin ku ji ber êrîşan ew nikare derkeve derve û ji ber ku nexweşxane ji aliyê leşkeriyê ve weke biryargehê tê bikaranîn, xizmetê nade. Hevsera Ûgûr Fîziye Ûgûr û diyar kir ku ji ber zilma dewletê ew nikare hevserê xwe bibe nexweşxaneyê û got, "Hevserê min gelekî nexweş e. Nexweşiya dil pê re heye. Ji ber ku nexweşxane ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin, em nikarin wî bibin. Yên derdikeve derve, qetil dikin. Ji ber ku nikare tedawî bibe, tehlûke heye ku her kêliyê, dilê wî bisekine."
'HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Ûgûr da zanîn, ku ew li ser xaka xwe dijîn, lê tevî vê yekê jî rastî zilma dewletê tê û got, "Em li ser xaka xwe ne. Çi mafê wan heye ku vê zilmê li me dikin. Av û elektrîk li ser me birîn, zarokên me perîşan bûne. Nexweşên me hene, em nikarin bibin nexweşxaneyê. Bi vê zilmê re nikarin me ji doza me vegerînin."
'EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Ûgûr destnîşan kir ku ew ê serî li ber ti şantajê netewînin û got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, em ê li xaka xwe, li bajarê xwe bimînin û li ber xwe bidin. Ti zext nikare bi me. Bila ne Kurd ne jî Tirk bimire. Gelê Kurd dixwaze bi jiyaneke aştiyane û bi rûmet bijî. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin."