Mûtlû û Demîrok li Licê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin

Cenazeyên Şoreş Mûtlû û Sezgîn Demîrok ên ku li Amedê bi guleyên polîsên Tirk hatin înfazkirin, li Licê ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.

Cenazeyên Şoreş Mûtlû û Sezgîn Demîrok ên ku li Amedê bi guleyên polîsên Tirk hatin înfazkirin, li Licê ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.

Şoreş Mûtlû û Sezgîn Demîrok ên ku li navçeya Yenîşehîr a Amedê di encama gulebarana tîmên taybet ên di wesayîtên Ford Ranger de hatin qetilkirin, li Licê hatin oxirkirin. Cenazeyên Mûtlû û Demîrok piştî karûbarên otopsiyê ya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl anîn Licê, di ketina navçeyê de ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin.

Girseyê bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” ve cenaze oxir kirin. Cenazeyên Şoreş û Demîrok li gundên Koçxar û Kiralan ên Licê hatin defnkirin.

Bira Ramazan Demîrok li ser gora Demîrok axivî, diyar kir ku birayê wî bi awayekî nemerdî hat qetilkirin, destnîşan kir ku ji bo azadiya gelê Kurd wê têkoşîna birayê xwe mezintir bike.

Di merasîmê de Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Amedê Omer Onen axivî, da xuyakirin ku wê gelê Kurd van înfazana ji bîr neke, ragihand ku wê têkoşîna wan a azadiyê mezintir bikin. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Zîya Pîr jî mafê axaftinê wergirt, got dewleta Tirk plan dike ku gelê Kurd îmha bike. Pîr anî ziman ku ji pêvajoya Şeyh Saîd plana wan a îmhakirina Kurdan didome, wiha peyam da: “Lê çi dikin bila bikin wê nikaribin Kurdan tine bikin.”