Bendava Teşrînê ket bin kontrola şervanên HSD'ê - HAT NÛKIRIN

Şervanên HSD'ê yên bendav û derdora wê dorpêç kirine, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.

Di çarçoveya pêngava li başûrê Kobanê de şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwe gihandin bendava Teşrînê.

Piştî şerê di navbera şervanên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de, bendava Teşrînê ket bin kontrola hêzên HSD'ê.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şervanên HSD'ê ji duh bi şev û pê ve hemû rêyên ber bi aliyê bendavê ve kontrol kirin. Di navbera şervanên HSD ên bendav dorpêç kirin û çeteyên DAIŞ'ê de heta ber destê sibehê şer qewimî. Dûre bendav ket bin kontrola şervanên HSD'ê. Şerê li herêmê dewam dike.

Bendava Teşrînê ku 110 kîlometre li başûrê Kobanê ye, ji bo çeteyên DAIŞ'ê rêgeha bingehîn a navbera Cerablûs û Reqqayê ye û xwedî girîngiyeke mezin e. Bi azadkirina bendavê re tê gotin ku ji aliyê stratejîk ve hêzên HSD wê bibin xwedî serketineke girîng.

...