Hevbirên KESK, DÎSK ên Qosera Mêrdînê ji bo protestokirina qetlîamên li ser Kurdistanê çalakiya rûniştinê li dar xistin û daxuyanî dan. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid ve êrîşî çalakiyê kir.
KESK, DÎSK, HDP, DBP, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî çalakiya rûniştinê ya li Qada Ozgurluk a li navçeya Qoser a Mêrdînê bûn. Wêneyên kesên di terora dewleta ya li ser Sûr, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran, Silopiya, Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin.
Piştî çalakiya rûniştinê ya saetekê, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Serokê Şaxa Qoserê ya Egîtîm Senê Hamît Gungor daxuyanî xwend, wiha got: “Heta hesabê qetilkirina gelê me bêyî ku bibêjin ciwan, pîr, jin, zarok neyê pirsîn wê aştî neyê.”
Gungor bal kişand ku êdî ne tenê gund, navçe, bajar tên valakirin bi taybet jin û zarokan dikin hedef û qetil dikin.
Gungor wiha berdewam kir: “Ti tehamula vê desthilatiyê ji demokrasiyê re tine. Dixwaze bi tinekirinê, tine hesibandinê, şkandinê, pelçiqandinê, rijandinê ve pirsgirêkan biqedîne, muxalefetê bitepisîne.” Bi bîr xist ku her kes dizane bê ka çareserî çi ye, wiha pê de çû: “Di pirsgirêkên bingehîn de avêtina gavên lezgîn ji bo çareseriyên demokratîk e.Çareserî ew e ku her kes bikaribe xwediyê ziman, çand, xwezaya xwe be.Ev ne lutif in. Em vê bi vekirî didin diyarkirin ku; heta em yek kes jî bimînin em ê têkoşîna azadiyê û demokrasiyê bimeşînin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir.