Yenî yê ku ji aliyê polîsên Tirk hate qetilkirin ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Cenazeyê Cuneyt Yenî yê ku li Semta Şehîtlîk a Amedê li kolanê ji aliyê polîsan hate qetilkirin li gundikê Mûlûksara yê Ferqînê bi merasîmeke ku bi tevlîbûna hezaran ve hat oxirkirin.

Cenazeyê Cuneyt Yenî yê ku li Semta Şehîtlîk a Amedê li kolanê ji aliyê polîsan hate qetilkirin li gundikê Mûlûksara yê Ferqînê bi merasîmeke ku bi tevlîbûna hezaran ve hat oxirkirin. Bavê Yenî Sirri Yenî di merasîmê de axivî, wiha got: “Dema me dest bi vê têkoşînê kir me soz da gelê xwe û Rêbertiya xwe.”

Cuneyt Yenî yê ku li navçeya Yenîşehîrê di êrîşa polîsên Tirk a li dijî meşa ku ji bo bidawîkirina dorpêç û êrîşên ku li navçeya Sûr a Amedê gihiştiye roja 24. hate qetilkirin, li gundikê Mûlûksara yê Ferqîna Amedê bi merasîmeke ku bi tevlîbûna hezaran ve ber bi rêwitiya dawî hat oxirkirin. Piştî karûbarê otopsiya li Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, cenazeyê anîn Farqînê ji aliyê bi sedan kesî li Kaniya Kasimli hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê Yenî ji vir bi konveyeke bi sedan wesayîtî ve ber bi gundikê Mûlûksara ve kete rê. Darbesta Yenî ya bi ala PKK’ê ve pêçayî di ketina gundik de girseyê girt ser milên xwe û bi dirûşmeyên, “PKK’e Tolhildan”, “Em Aştiyê Naxwazin, Şer, Şer, Şer”, “Şehîd Namirin” ve birin goristanê. Li goristanê ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê bi dirûşmeyan Yenî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Piştî oxirkirina Yenî, li goristanê Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle axivî, diyar kir ku ciwan ji bo pêşeroja gelên xwe ronî bikin têdikoşin, wiha got: “Em li ser vê axa pîroz soz didin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê têkoşina Mervan bidomînin.” Dîcle di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedanên xwerêveberiyan jî û wiha got: “Bila êdî dijmin çavên xwe veke. Xendek êdî ne sunet in, ferz in. Bila hindekan nekin hincet. Em ê êdî ti zilmê qebûl nekin.”

Bavê Cuneyt Yenî yê ku ji aliyê polîsên Tirk hate qetilkirin, Sirri Yenî jî wiha got: “Bila serê gelê me, Rêber Apo û gerîlayan sax be. Dema me dest bi vê têkoşînê kir me soz da gelê xwe û Rêbertiya xwe. Me got em ê îxanetê nekin. Me dizanîbû mirin li pêşiya me heye. Tenê tiştekî em ji Kurdên bi şeref dixwazin; yekîtî, yekîtî û yekîtî.”

Piştî axaftinan, bi hezaran kes ber bi Mala Sersaxiya ya Dêrcimt a li Ustkoşe ya Girtîgeha Amedê ve ketin tevgerê.