Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok got, "Rewabûn ji her kesî re divê. Ji bo serdestan jî, ji bo hêzên civakî jî divê. Ji ber vê yekê pêwîst e. Hem serdest hem jî hêzên civakî yên bindest xwe dispêrin cihekî: civak. Bêyî civakê tiştek nabe."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, terora dewleta Tirk û îlanên xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.
Andok destnîşan kir, ku rewabûn ji her kesî re lazim e û ev nixandin kir: "Rewabûn ji bo serdestan jî, ji bo hêzên civakî jî divê. Ji ber vê yekê pêwîst e. Hem serdest hem jî hêzên civakî yên bindest xwe dispêrin cihekî: civak. Bêyî civakê tiştek nabe. Ji ber vê yekê, girîng e ku mirov di nava civakê de çawa tê fêmkirin. Di rewşeke bi vî rengî encameke wiha derdikeve holê. Dewlet li ser derew, xapandin, hilweşandin, zext, tekparêzî û dij bi civakê, ava bûye. Baş e, wê vê nasnameya xwe bi çi rengî binixumîne û bi civakê bide qebûl kirin? Di vir de amûrên şerê taybet dikevin dewrê. Şaşî dikeve şûna rastiyê, başî dikeve şûna nebaşiyê, qirêjî dikeve şûna bedewiyê, her tişt serûbin dibe. Ya ku niha dewlet dike, ev e.
BAŞ E, EGER TERORÎST DEWLET BI XWE BE, WÊ ÇI BÊ KIRIN?
Niha her kes dipirse; tevî ku karê DAIŞ'ê û AKP'ê yek e û berxwedana Kobanê û Cizîrê jî weke hev e, çima heman nerazîbûn nayê nîşandan? Çima berxwedana Kobanê gerdûnî bû, lê ya Cizîrê gerdûnî nabe? Çima hemû cîhan li dijî DAIŞ'ê derket, lê kesek li hemberî AKP'ê tiştekî nabê? Sedema vê yekê ew e ku dewletê weke sazî xwe di mejiyan de rewa kiriye. Ji ber ku DAIŞ'ê xwe bi dewletan nedaye qebûlklirin û weke terorîst tê dîtin, her kesî xwedî li Kobanê ya berxwedêr derket. Baş e, eger terorîst dewlet bi xwe be wê çi bê kirin? Em bala xwe bidinê, ev rastî zêde di mejiyan de nîne. Bi giranî yên li dijî dewletê derdikevin, weke terorîst tên pênasekirin. Ya ku tê kirin ev e. Hêzên serdest, ji bo rastiya xwe binixumînin, di mejiyê civakê de xapandineke bi vî rengî afirandine."
Andok da xuyakirin, ku yê bi rastî jî êrîş dike dewlet e û yê li ber xwe dide civak e. Andok destnîşan kir ku xendek jî di navbera aliyên li hemberî hev şer dikin de, ji bo parastina aliyekî, taktîkeke mecbûrî ye.
'RÊVEBERIYA BIYANÎ' TÊ FÊMKIRIN, LÊ ÇIMA 'XWERÊVEBERÎ' NAYÊ FÊMKIRIN?
Andok, der barê kes û hêzên dibêjin ew 'xwerêveberiyê' fêm nakin de ev xal destnîşan kir: "Yên ku vê nirxandinê dikin, divê weke sedema nefêmkirinê, xwe bibînin. Çima xwerêveberî nayê fêmkirin? 'Rêveberiya biyanî' tê fêmkirin, lê 'xwerêveberî' çima nayê fêmkirin? Tirk bi 'spî' û 'kesk'iyan xwe re weke biyanekî wê rabe hemû cihêrengiyên li Anatoliyê bi rê ve bibe, lê dema Kurdek, Lazek, Çerkezek, Elewiyek, Êzidiyek bixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe, hingî wê were gotin ku ev yek neyê fêmkirin. Ya ku nayê fêmkirin, ev nefêmkirin bi xwe ye."
Andok ragihand ku sûcdar Komara Tirkiyeyê ye û da zanîn, ku ji ber Erdogan pesnê 'tekparêziyê' dide û bi vî rengî hemû cihêrengiyan dihelîne, sûcdar e.
VEKIŞÎNA MAMOSTEYAN JI ALIYÊ QIRKIRINA ÇANDÎ VE TÊKÇÛNA DEWLETÊ YE
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bibîr xist ku di roja îro de hînê navê Kurd û Kurdistanê nayê qebûlkirin û got, "Tevî ku têkoşîneke ewçend mezin hatiye dayîn û tê dayîn. Sedema vê yekê biryara qirkirinê ya li hemberî Kurd û Kurdistanê hatiye wergirtin e."
Andok da xuyakirin, ku li diyarê 'xwebûniyê', yanî li cihên berxwedana xwerêveberiyê, dewletê maoste û karmendên xwe kişandiye û da zanîn ku ev vekişîn tê vê wateyê: "Min nikarîbû te asîmîle bikim, min nikarîbû serî li te bidim tewandin, ez bi ser neketim, j ber ku ji aliyê çandî ve min nikarî bû te feth bikim, ez ê van mirovan bi awayê fîzîkî qetil bikim."
Andok destnîşan kir ku vekişandina mamoste û karmendan di heman demê de ji aliyê sîstema qikirina çandî ve, qebûlkirina têkçûneke dîrokî ye.
Andok da zanîn ku divê gelê Kurd sîstema xwe ya perwerdeyê jî, li ser bingeha zîhniyeta xwe li dibistanên xwe biafirîne û ji bo vê yekê jî mînaka Rojavayê Kurdistanê da.
Andok ragihand, ku girîngî bi 'xwebûnê' heye û destnîşan kir ku pêwîstî bi ji nû ve avakirina xwe ya li ser bingeha dîrokî û pêwîstiyên civaka xwe heye.