Dewleta Tirk, ku li Cizîrê her roj sivîlan qetil dike, ji bo bîlançoya xwe ya "hejmara PKK'yiyên hatine qetilkirin" piştrast bike, hewl da li nexweşxaneyê kincê gerîla li sivîlên qetil dike, bike.
Li Cizîrê, ji ber topbarana çekdarên dewleta Tirk, Dogan Îşî li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Emîne Îşî got, "Dewletê hewl da li nexweşxaneyê kincê gerîla li kurê min ê qetilkirî bike."
Dorpêçî û terora dewleta Tirk a li Cizîrê, di roja 13. de bi êrîşên li dijî sivîlan û hewldanên koçberkirina bi zorê, dewam dike. Dewleta Tirk, ji bo ser komkujiyên xwe bigire, bi rêya çapemeniyê, sivîlên qetil dike weke PKK'yiyan nîşan dide. Ji bo vê îdîaya xwe jî piştrast bike, di nava hewldanên gemarî de ye.
Di roja 10. a komkujiyê de, ji ber topbarana tankan Dogan Îşî yê 18 salî li mala xwe hat qetilkirin. Dayika Îşî Emîne Îşî diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, polîsên tevgera taybet hewl dane kincê gerîla li kurê wî bikin.
Dayik Îşî got, "Piştî ku kurê min li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, kincên wî jê kirin. Min kincên wî xwest, lê nedan min. Li şûna kincên wî yên bi xwîn, xwestin kincê gerîla lê bikin. Hewl didin mirovên sivîl, cuda nîşan bidin."