Li Viyanayê bîranînên Roboskî, Mereş û 19’ê Kanûnê

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê kesên ku di qetlîamên Roboskî, Mereş û 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê kesên ku di qetlîamên Roboskî, Mereş û 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

Civîna li Navenda Civaka Kurdê Demokratîk a Viyana bi rêzgirtinê destpê kir. Sînevîzyonek bi mijara qetlîamên Roboskî, Mereş û 19’ê Kanûnê hate temaşekirin. Di axaftinên bîranînê de bal hate kişandin ku hewldanên li Nisêbîn, Cizîr û Sûrê ti cudahiya xwe ji qetlîamên Dêrsim, Mereş, 19’ê Kanûnê, Roboskî tineye.

Di bîranînê de wiha hat gotin: “Eger îro ciwanên Kurd, gelê Kurd xendek nekolana, barîqat danebûna, xwe neparastana, çawa DAIŞ’ê li gundekî Kobanê mal bi mal qetlîam pêk anîbû, wê heman tişt îro li Nisêbîn, Cizîrê ji aliyê çeteyên AKP’ê pêk bihata.”

Bîranîn bi banga tevlîbûna meşa sibehê ya ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk ve bi dawî bû.