Li Cizîrê navenda bajêr dîsa tê topbarankirin
Li Cizîra navenda bajêr dîsa tê topbarankirin. Îro, taxên Alîbey û Kalê yên li navenda bajêr jî hatin topbarankirin û gelek mal bûn hedefa topan.
Li Cizîra navenda bajêr dîsa tê topbarankirin. Îro, taxên Alîbey û Kalê yên li navenda bajêr jî hatin topbarankirin û gelek mal bûn hedefa topan.
Li Cizîra Botan terora dewletê ya li hemberî berxwedana xwerêveberiyan di roja 12'êmîn de berdewam dike. Ev çend roj in, tankên li girên stratejîk hatibûn bicihkirin taxên Yafes, Nur, Cudî û Sur topbaran dikirin. Îro, taxên Alîbey û Kalê yên li navenda bajêr jî hatin topbarankirin û gelek mal bûn hedefa topan.
Welatiyê bi navê Lokman Şen ê ku top li mala wî ya li Taxa Alîbeyê ket, diyar kir ku dewlet dixwaze bi topbaranê ve her kesî bikuje. Şen da xuyakirin ku dema ew û 6 zarokên xwe li mal bûn, top li mala wan ketiye û got "Piştî ku em ji odeyê derketin top lê ket, an na em hemû niha li morgê bûn."