Gerîlayê HPG'ê yê Ermenî Aso Ararat diyar kir ku hatiye dîtin êdî reda wijdanî têrê nake û got, "Min bi xwe jî fêm kir ku wijdan bi tenê têrê nake, ji aliyê pratîkî ve divê mirov cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin."
ANF
BEHDÎNAN
şemî, 26 berfanbarê 2015, 07:06
Gerîlayê HPG'ê yê Ermenî Aso Ararat ê li Agiriyê ji dyaik bû diyar kir ku hatiye dîtin êdî reda wijdanî têrê nake û got, "Min bi xwe jî fêm kir ku wijdan bi tenê têrê nake, ji aliyê pratîkî ve divê mirov cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin."
Gerîla Aso Ararat ê weke zarokê malbateke Ermenî li Agirî ji dayik bû, ji ber sedemên aboriyê koçî Enqereyê kir, di rewşeke ku mêtîngeriya aborî û neteweyî bandoreke giran li wan dikir de têkoşîna sosyalîst nas kir, dema karkerê berhevkirina kaxizan bû bi hincetên exlaqî-polîtîk reda xwe ya wijdanî aşkera kir û ev jî têr nedît; tevlî nava refên PKK'ê bû, lêpirsîna xwe ya li zext û mêtîngeriyê û encamên lêgerîna xwe ji ANF'ê re vegot.
'LÊGERÎNA LI AZADIYÊ, DI NAVA REFÊN GERÎLA DE WATEDAR E'
Hûn dikarin di destpêkê de xwe bidin naskirin?
Navê min Aso Ararat e, bi eslê xwe Ermenî me. Li Dêrsimê tevlî refên têkoşînê bûm. Di nava sîstemê de bi salan li kolanan em mehkûmî ser sergo bûn. Me hewl dan xwe li jiyanê bigirin. Alternatîfa ku sîstemê danîbû pêşiya me ev bû. Ji bo serî li ber sîstemê ne tewî ne, me ew jiyan hilbijart. Lê belê têrê nekir, me dît ku ew jiyan jî hat tinekirin. Û ji ber vê yekê me têkoşîna gerîla hilbijart. Min bawer kir ku lêgerîna li azadiyê di nava gerîla de watedar e, lewma tevlî nava refên gerîla bûm.
Beriya hûn tevlî nava refên gerîla bibin, we çûyîna leşkeriyê ji aliyê wijdanî ve red kirin. We ji ber kîjan sedeman, leşkeriya dewleta Tirk red kirin?
Sala 2010 bû, ji 'platforma ji bo aştiyê reda wijdanî' daxuyaniyek hat. Herî dawî ciwanekî Misilman Enver Aydemîr got, 'li gorî ola min, kuştina mirovan guneh e'. Pênaseya reda wijdanî guherî. Pêkanînên xerab û îşkence hat kirin. Me jî piştî wê daxuyaniyê banga 'ji bo aştiyê reda wijdanî' kir. Ez jî bûm yek ji wan û min reda xwe ya wijdanî aşkera kir. Min got ku ez ê li hemberî bindestan, li hemberî karker û kedkaran, li hemberî têkoşîna mafdar a gelê Kurd ranehêjim çekê.
Me rûyê dewleta kujer careke din dît. Ne rûyê wê yê berê, rûyê xwe yê di roja îro de jî dît; li Pirsûsê, li Amedê komkujî kir, li hemberî daxwaza aştiyê ya gel, bi çeteyan komkujî pêk anî. Em çiqasî dengê xwe ye aştiyê bilind bikin, dewleta kujer jî dengê komkujiyê bilind dike. Lê ew ê nikaribe bi me. Ez şehîdên şoreşger ên li Enqere û Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî bibîr tînim.
Li dijî van polîtîkayên dewletê, hûn reda wijdanî têrker dibînin?
Min dît ku reda wijdanî jî têrê nake. Ez bi xwe timî li ser fikirîm ku divê bi wijdan re nemînim û ji aliyê pratîkî ve jî cihê xwe di nava vê tekoşînê de bigirim. Û min dît û fêm kir ku parastina aştiyê li çiyayên Kurdistanê bi têkoşîna gelê Kurd re dibe. Û min dît ku em çiqasî daxwazên aştiyê bilind bikin, bi teînên li Pirsûs, Rojava, Şengal û Amedê re ev vala tê derketin. Lê belê ev gel wê li ber komkujiyên AKP'ê serî netewîne. Nîşan da ku li hemberî her êrîşa AKP'ê serî radike.
'EGER ŞER WÊ WERE KIRIN, DIVÊ LI HEMBERÎ DÎKTATORIYA FAŞÎST Û DEWLETA MÊTÎNGER BÊ KIRIN'
Min bawer kir, ku divê daxwaza aştiyê ne di gotinê de, di pratîkê de bigihêje armanca xwe. Di daxuyaniya xwe de min aşkere kir ku reda wijdanî bi daxuyaniyekê yan jî bi gotineke li dijî sîstemê re pêk nayê, mercê herî mezin ê aştiyê bi têkoşîna çekdarî dibe. Di hin daxuyaniyan de min diyar kir ku li dijî her şêwe çekan im. Lê min ev jî got: 'Eger wê şerek were kirin, divê li hemberî dîktatoriay faşîst û dewleta mêtînger be.' û min ev red nekir. Ji ber ku min ev red nekir, ez li vir im. Ez hînê jî reda wijdanî destek dikim. Dixwazim têkoşîna reda wijdanî mezintir bibe û di wê baweriyê de me ku hîmekî reda wijdanî têkoşîna çekdarî ye.
Li ser navê xwe, di wê baweriyê de me ku pêwîste karker û kedkarên Tirkiyeyê, pira aştiyê ya gelê Tirkiyeyê ava bikin. Weke Ermeniyekî ez di nava têkoşîna maffdar a gelê Kurd de cih digirim. Ez bawerim ku têkoşîna gelê Kurd wê ne tenê bi gelê Kurd, bigihêje tevahiya gelên cîhanê. Ji xwe niha digihêje.
Heta dawiyê ez ê di vê têkoşînê de bi pêş de biçim. Careke din dubare dikim ku ez ê bi şehîdan û dîroka vê têkoşînê re dilsoz bim. Ji her alî ve di nava jiyanê de ez ê şoreşger bim.